Hat ragihandin ku Îran û Çîn cara ewil bi şirîkatî dê li behrê tebîqatê bikin.
Ajansa nûçeyan Tasnîmê di nûçeya xwe de diyar kir ku fîloya Çînê piştî rêwîtiyeke ku çar rojan dewam kir gihîşt bendera bajarê Benderabbasa ku li başûrê Îranê ye.
Tevlî fîloya "Cemaran"ê yekîneyên din ên hêzên behrevaniyê yên Îranê jî dê tevlî tetbîqatê bibin.
Li gor agahiyan di tetbîqata ku dê bi şirîkatiya Îran û Çînê bê kirin de di qada xelaskirin, alîkarî û tedawiya pêşîn de dê xebat bên kirin.