Komeke mamosteyên li bajarê Silêmaniya Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) bi hinceta ku mehaneya wan nayê dayîn, dest bi grevê kir.
Ev sê mehin ku hikûmeta navendî ya Iraqê bi hinceta qeyrana aboriyê, para HKIê ya ji butçeyê nade. Mamosteyên ku ev sê mehin mehaneya xwe nastînin, li ber Miduryeta Perwerdeyê ya Neteweyî çalakiya rûniştinê li dar xistin û rê ji çûnûhatinê re girtin. Mamosteyan diruşmên wek "Em mehaneyên xwe dixwazin" berz kir û got ku heta mehaneya wan neyê dayîn dê nekevin dersan.
Mamoste Şareban Omer li ser navê mamosteyan daxuyanî da û wiha got: "Ev sê mehin ku ji mehaniya me qurişek nadin. Berê jî mehaneya me dibriyan, bi rêkûpêk nedidan. Tu erkdar guh nadin daxwazên me. Heke mehaneyên me nedin, em dê dibistanan bigrin û li malên xwe rûnên."
Noşîrvan Heme Garîp jî destnîşan kir ku gelek hempîşeyên wî ji ber nedana mehaneyan tengasiyê de ne. Garîp got ku mamosteyan pêşniyaz kir ku bi hinceta şer û qeyrana aboriyê bila navberê bidin perwerdeyê û wiha berdewam kir: "Lê tu kesî guh neda me. Ji niha ve mamosteyan biryar da ku bikevin dersan."
Midûrê Perwerdeya Neteweyî ya Bajêr Necmettîn Elî jî diyar kir ku dê hefteya bê mehaneya mamosteyan bidin û ji mamosteyan daxwaz kir ku mamoste dawî li çalakiyê bînin. Lê belê mamosteyan got ku hetanî mehaneya wan nayê dayîn dê çalakiyan bidomînin.
-Qeyrana aboriyê ya li HKIyê
Hikûmeta navendî ya Bexdayê ji 1ê kanûna paşîn vir ve ji putçeyê para Herêma Kurdistanê nade. Ji ber vê li sê bajarên HKIyê yên mezin Hewlêr, Silêmanî û Dihokê mehaneya karmendan bi rêkûpêk nayê dayîn an jî tê birîn. Serjimara HKIyê 5 milyon e û ji vî 5 milyonî milyonek mehane distînin. Pêdiviya HKIyê mehane bi milyar dolarekî heye. Berê Bexda para hikûmetê dida û li herêmê pirsgirêk dernediket.
Hikûmeta HKIyê, ji bo ber li vekirina malî ya hikûmetê bigre, nefta ku sewq dikir rojane kir 120 warîlî. Lê hikûmeta Bexdayê ber li firotinê digre û ji ber vê jî hikûmeta HKI dikeve tengasiyê. Li DYA û Yewnanistanê ji ber firotina neftê doz hatibû vekirin. Herêma Kurdistanê mehane ji hikûmeta Iraqê 15 milyar dolaran distîne, lê ji firotina neftê heta niha milyar û nîv dolarî qezenc kir. Bi destpêkirina êrîşên DÎŞIyê jî qeyrana aboriyê berfirehtir bû.