Li gor agahiyên ku ji çavkaniyên nêzî serokomariyê hatin bidestxistin, li Qesra Serokomariyê ji bo ku dawî qeyranê bînin bi beşdariya Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî (NY) Cemal bîn Omer û komên din ên siyasî yên li welêt, di navbera Tevgera Ensarûllah (Hûsî) û birêvebirinê de peyman hat îmzekirin.
Di nav madeyên peymanê de ev cî digirin: "Di navbera 3 rojan de dê hikûmeta nû bê avakirin, Serokomar Ebdûrrabbû Mansûr Hadî dê peywira serokwezîrtiyê bide kesekî wisa ku endamê tu partiyan nîne, rêjeya zama ku anîn berhemên neftê dê bê kêmkirin, Ji bo serokomar dê ji Tevgera Başûr a cudaxwaz û Hûsiyan arîkerek (musteşar) bê tayînkirin û Hûsî dê konên protestoyê yên ku li paytext Sanayê vedabûn, rakin."
Ji aliyê din ve hat îdiakirin ku Hûsiyan qebûl nekirin ji cihên ku li bajarên Sana, El-Cewf û Me'rebê bi pevçûnan bi dest xistin, derkevin.
Piştî ku di sala 2004an de serokê damezrîner Hûsî hat kuştin Ebdûlmelîk el-Hûsî serokatiya komê kir û ji wê demê heta niha pevçûnên di navbera komê û artêşê de berdewam dikin
Pevçûn di van demên dawî de zêde bibûn û Hûsiyan hin cih bi dest xistibûn. Li paytext Sanayê bi qasî rojan pevçûnên tund berdewam kiribûn û hatibû ragihandin ku milîtanên Hûsiyan Wezareta Parastinê û Bankaya Navend bi dest xistin.