RIYAD (AA) - Mîrlîwa Ahmed Asîrî berdevkê operasyona" Bahoza Biryardariyê" ya ku serkêşiya wê Erebistana Siûdî dike ye. Asîrî îdia kir ku Îran û Hîzbullah ji bo ku pergala dewleta Yêmenê hilweşînin, Hûsî perwerde kirin.
Asîrî li Riyada paytext civîna çapemeniyê li dar xist û wiha got: "Komên milîs di dîrokê de tu carî nebûn xwediyê moşekên Scudê û balafiran û ev yek jî qet pêk nehat. Îran û Hîzbullah ji bo ku pergala dewletê ya Yêmenê hilweşînin û zirarê bidin xelkê wê derê, Hûsî perwerde kirin.
Der heqê operasyona ku li ser Hûsiyan didome de jî Asîrî agahî da û diyar kir ku di operasyonê de herî dawîn 12 cebirxaneyên Hûsiyan hat îmhekirin.