Hat ragihandin ku li Beydaya Yêmenê rêxistina "Ensaru’ş-Şerîa"yê êrîşa bombeyî kir û di êrîşê de 9 milîtanên Husiyan hatin kuştin.
Li gor daxuyaniya di malpera Twîtterê ya Ensaru’ş-Şerîayê de hat weşandin li herêma Ridaya Beydayê endamên rêxistinê bombeya bicîkiribûn teqandin û di teqînê de 9 milîtanên Husiyan hatin kuştin.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku duh jî 3 êrîş hatin kirin û di êrîşan de 17 milîtanên Husiyan hatin kuştin.
Li el-Beydayê di navbera qebîleyên herêmê, milîtanên El-Qaîde û Husiyan de car caran pevçûn derdikevin.