Hat diyarkirin ku leşkerên Îsraîlê li Şerîaya Rojavayê êrîş bir ser hin herêman, di êrîşan de kesek birîndar bû û 8 kes jî hatin binçavkirin.
Şahidên bûyerê diyar kir ku leşkerên Îsraîlê êrîş bir ser Bîtonyaya girêdayî bajarê Ramallahê, rojnamegerê bi navê Samîr Avad binçav kir û filîstiniyek jî birîndar kir.
Ji aliyê din artêşa Îsraîlê daxuyaniyek di radyoya Îsraîlê de weşand û diyar kir ku 3 jê endamên Hamasê, yek endamê Cîhada Îslamî bi tevahî 7 kes "bi hinceta ku kevir avêtine leşkeran" hatin binçavkirin.
Polêsên Îsraîlê diyarkiribû ku di navbera 24 cotmehê û hefteya ewil a mijdarê de, li Qudsê zêdetirî 200 filîstînî girtine.