Li Iraqê têkoşîna li dijî DÎŞIyê didome. Pêşmerge û artêşa Iraqê ji bo dawî li DÎŞIyê bînin hewl didin.
Di demên dawîn de bi saya piştgiriya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) artêşê hin dever ji destê DÎŞIyê xelas kir lê hê jî piraniya axa welêt di bin kontrola DÎŞIyê de ye. Mûsila ku ji wîlayetên herî mezin ên welête ji van herêman yek e. Rojavayê bajarê Kerkuka ku ji bo Iraqê cihekî girîng e jî hêj di bin kontrola milîtanên DÎŞIyê de ye.
Waliyê Kerkukê Necmettîn Kerîmî yê ku ji bo hin hevdîtinên fermî hat Tirkiyeyê di van mijaran de daxuyanî da AAyê.
- Li Iraqê rewşa dawîn
Kerîmî agahiyên dawîn ên der heqê Iraqê de parve kir û da zanîn ku li Bexdayê damezrandina hikûmeta nû rûdaneke baş bû û wiha pê de çû: "Piştî operasyonan artêşa Iraqê li bajarên wek Selahadîn û Enbarê pêşve çûn. Li van herêman serfiraziya leşkerî heye lê rewşa leşkeriyê mirov di nav qisawetê de dihêle. Niha piraniya erdên welêt di bin kontrola DÎŞIya rêxistina terorê de ye."
Kerîmî bal kişand ser êrîşên pêşmerge û artêşa Iraqê ya ku dibin ser DÎŞIyê û diyar kir ku di operesyonan de DÎŞI li hin herêman paşve kişiya lê ji ber pevçûnên li welêt bandoreke neyînî li ser aboriyê heye.
Di daxuyaniya xwe de Kerîmî qala operasyonên ku li derdora Mûsilê didomin kir û wiha pê de çû: "Ji ber van operasyonan welatî jî mecbûrî koç dikin. Ji bo ku artêş bikaribe bi awayekî xurt û bihêz li hemberî DÎŞIyê têbikoşe lazime em alîkariya madî bigrin. Ev piştgirî jî ji bo aboriyê helbet barek nû ye."
- Mudaxaleya DYAyê
Kerîmî operasyonên ku DYA li Iraq, Sûriye û Kobanêyê dibe ser DÎŞIyê jî nirxand û destnîşan kir ku operasyon ji bo Iraqê pir girîngin û wiha dewam kir: "DÎŞI li Iraq û Sûriyeyê xurt bûbû lê bi mudaxaleyên DYAyê ve rewş gûherî."
Di berdewamiya axaftina xwe de Kerîmî wiha got: "Heke alîkariya hêzên DYAyê nebûya li hemberî DÎŞIyê biserketin evqas pêk nedihat. Hêzên DYAyê ji artêşa Iraqê re şêwirmendiyê dikin û tewsiyeyan didin, ev yek gelek baş e."
Kerîmî li ser alîkariyên Tirkiyeyê jî sekinî û diyar kir ku Tirkiye ji bo Iraqê welatekî pir girîng e û wiha pê de çû: "Tirkiyeyê heta niha di gelek mijaran de alîkariya Iraqê kir. Qadên mirovahî û leşkerî jî di nav de Tirkiye dikare di gelek qadan de piştgiriyê bide iraqê. Ji bo ku pêşmerge derbasî Kobanêyê bibin Tirkiyeyê destûr da û ev jî piştgiriyeke pir girîng bû."