ŞIRNAK
Konvoya pêşmergeyên bi çekên giran ji Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) ji bo piştgiriyê bidin Kobanêyê ji deriyê Sînorê Habûrê derbasî aliyê Tirkiyeyê bûn û gihîştin Nisêbînê navçeya Mêrdînê.
Welatiyên ku ji bo pêşwaziya pêşmergeyan hatin keviya rê jî hezkirina xwe nîşanî wan dan.
Pêşmergeyên ku ji Hewlêra bajarê HKIyê derketin rê piştî ku ji deriyê Sînorê Habûrê derbasî aliyê Tirkiyeyê bûn ji Sîlopî û Cîzreya navçeyên Şirnaxê derbas bûn û niha jî gihîştin Nisêbîna navçeya Mêrdînê.
Polês û cenderme ji bo ku konvoya pêşmergeyan bi awayekî ewle di rêya xwe de biçin tewdîrên ewlehiyê girtin û welatiyên ku li keviya rê kom bûbûn jî di dema derbasbûnê de ji pêşmergeyan re destê xwe hejandin.
Konvoya ku yek jê ambûlans 38 wesaît tê de ne ji Kiziltepeyê derbasî Wêranşehirê bibe ji wê derê jî dê biçe Rihayê û ji ser Sirûcê jî wê derbasî aliyê Kobanêyê bibe.
Hat ragihandin di nav cebilxaneya ku pêşmerge dibin de doçka, moşeka katyûşayê, topa hewanê û gelek çekên din hene.