Hat ragihandin ku li Iraqê, Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) li ser rageşiya Şingala navçeya Mûsilê li hev kir.
Di heman demê de, fermandarê Hêzên Parastina Şingalê (HPŞ) Heyder Şeşo got ku wan guh da bangewaziya Mesûd Barzanî û biryar da ku li Şingalê li gor Wezareta Pêşmergeyan hereket bikin. Şeşo digel berdevkê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Latîf Nerweyî li Silêmaniyê civîna çapemeniyê li dar xist û di civînê de wiha got: "Hêzên Parastina Şingalê yên girêdayî min êdî pêşmerge ne. Em girêdayî wezareta pêşmergeyan in."
Şeşo bibîrxist ku piştî êrîşên DAEŞê Hêzên Parastina Şingalê hat avakirin. Şeşo got ku wê çaxê serî li Wezareta Pêşmergeyan dan, lê tu kesî bersiv neda wan û alîkarî jî neşand. Şeşo diyar kir ku hikûmeta navendî ya Iraqê alîkariya çek daye wan û mehaneya hemû şervanan daye û destnîşan kir ku dê êdî li gor daxwaza Wezareta Pêşmergeyan tevbigerin û li dijî DAEŞê şer bikin.
Şeşo got ku îdiaya ew li gor fermana rêvebiriya Kurd tevdigerin û girêdayî Heşdî Şabî ne derew e.
Fermandarê Hêzên Parastina Şingalê Heyder Şeşo, bi hinceta li ser navê Heşdî Şabiyê dixebite, di 5ê nîsanê de hatibû binçavkirin û 8 roj şûnve berdabûn.