Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) ya ku Serokomarê berê yê Iraqê Talabanî ava kir û sekreteriya wê ya giştî kir, ji bo pîrozkirina salvegera avakirina xwe ya 40emîn amade dibe. YNK li Herêma Kurdistana Iraqê partiya mezin a duyem e.
YNK di 1ê hezîrana 1975an da li çayxaneyeke Şama paytextê Sûriyeyê hat avakirin. YNK wê li Silêmanî û Hewlêrê çalakiyan li dar bixe û salvegera xwe ya 40emîn pîroz bike. Rêvebirê YNKê Latîf Şêx Omer got ku partî 40 sal e têkoşînê dide û wê pîrozbahî li gor qedr û qîmeta van salên dûr û dirêj werin pîrozkirin.
Li herêmê mijara ku meraqa wê tê kirin ew e ku Talabanî wê beşdarî pîrozbahiyên salvegerê bibe an na. Lewra Talabanî nexweş ket û çû Almanyayê û paşê vegeriya. Heke beşdarî pîrozbahiyan bibe, ev tê wê wateyê ku baş bûye, heke beşdar nebe, wê were gotin ku rewşa tenduristiya wî ne baş e.
Waliyê Kerkûkê Necmettîn Kerîm der heqê mijarê de daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku rewşa Talabanî baş e, lê hê ne diyar e ku wê sibê beşdarî pîrozbahiyan bibe an na. Kerîm doktorê taybet ê Talabanî ye û got ku wî rojek berê ew ziyaret kir û wiha pê da çû: "Şikir ji Xwedê ra rewşa tenduristiya Mam Celal gelek baş e. Lêbelê ji ber nexweşiyê hin caran rewşa wî baş dibe, hin caran xerab dibe. Hin caran nikare bikeve cihê qelebalix. Ji ber vê jî li gor rewşa wî ya wê rojê wê diyar bibe ku wê bikaribe an nikaribe beşdarî pîrozbahiyan bibe."
Walî Kerîm got ku Talabanî hê jî serokê wan e û wiha dewam kir: "Ew serokê me ye. Wî rê da pêşiya me ku îro rewşa Kerkûkê ew qas baş e û xebatên serkeftî lê hatin kirin. Em li Kerkûkê li polîtîkaya serok Talabanî ya biratî rêznîşandana hemû aliyan dixebitin."
- Pêvajoya avakirina YNKê
Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ku wê demê serokê wê Mele Mistefa Barzanî bû, di sala 1961an da Şoreşa Îlonê da destpêkirin, lê ev şoreş bi ser neket. Piştî vê serneketinê, Civata Kedkaran bi serokatiya Noşîrvan Mistefa, Eniya Şoreşker bi serokatiya Adil Mûrad û Hereketa Sosyalîst bi serokatiya Celal Talabanî va rêxistinek ava kir. Navê rêxistinê di serî da danîn Koalîsyona Yekîtiyê, paşê kirin Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK).
Celal Talabanî, Fûad Masûm (Serokomarê Iraqê), Adil Murad û Abdurrezzak Mîrze Feylî di 1ê hezîrana 1975an da li Çayxaneya Tîlîtîleyê ya Şamê civîn kirin û biryara avakirina YNKê dan. Wê demê bi Noşirvan Mustafa, Kemal Fuat û Omer Şêxmûs ra têkilî hat danîn û ew jî bûn endamê partiyê. Bi wan va kadroya damezrîner ji 7 kesan pêk hat. YNKê kongreya xwe ya yekem di 1992yan da, ya duyem di 2001an da, ya sêyem jî di 2010an da li Silêmaniyê kir. Talabanî di hemû kongreyan da wek sekreterê giştî hat hilbjartin.
Talabanî di 17ê berfanbara 2012an da nexweş ketibû û ew biribûn Berlîna paytextê Almanyayê. Piştî ku li vir tedavî bûbû, di 19ê tebaxa 2014an da vegeriyabû bajarê Silêmaniyê.