Talabanî piştî tedawiya xwe ya li Berlînê, bi balafireke taybet vegeriya Iraqê. Li Balafirgeha Navneteweyî ya Silêmaniyê Xêro Talabanî, zarok û xizmên Talabanî ew pêşwazî kir.
Gel bi kêf û peroş karwana Talabanî pêşwazî kir. Ji ber ku gel alaqeyeke mezin nîşanî karwana Talabanî da, karwan bi saetan di rê de ma. Gel bi alên YNKyê û posterên Talabanî daket kolanan. Hin malbat li wesayîtên xwe siwar bûn û di bajêr de geriyan, li kornayan dan, alên YNKyê hêjandin.
Gelê ku li ber avahiya YNKyê civiya, li vir fîşengên hewayî avêtin û digel sitranên kurdî govend girt. Ji bo ku kes bi çekên giran guleyan bernede hewayê, lawê Talabanî Kûbat Talabanî hişyarî da, lê dîsa jî hin kesan car caran gule avêt hewayê.
Li Iraqê ji bo pirsgirêkek ewlehiyê derneyê, tewdîrên ewlehiyê hatin girtin. Heta ku karwana Talabanî ew bir malê, di ser karwanê re balafir geriyan.
Alîgirên Talabanî li ser rêya ku karwana Talabanî di ser re derbas bû, qurban serjê kirin.
Hat diyarkirin ku dê tedawiya Talabanî li mala wî ya Silêmaniyê dewam bike. Dê bijîşkek û du alikarên bijîşk li malê tedawiya Telebanî bikin.