Ji ber serma û barana gur, penaberên ku di Kampa Arbatê ya li Silêmaniya bajarê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) de dijîn, rojên dijwar derbas dikin.
Ji ber barana gur, Kampa Arbatê ya 15 kîlometre dûrî navenda Silêmaniyê di bin avê de ma. Ji ber ku binê çadiran ax e, bi şiliyê re bû çemûr û jiyana kesên di çadiran de dijîn asteng bû. Hat gotin ji ber ku çadir di bin ava baranê de man û kon jî baş nayên germ kirin, piraniya penaberan bi şev raneketin û heta serê sibê li ser piya man.
Jiyana penaberên ku di konan de dijîn jixwe dijwar bû; lê bi hatina zivistan, sar û serma û şiliyê re dijwartir bû.
Mehmût Reşîtê ku digel xanim û 4 zarokên xwe di konê de dijî, ji nûçegihanê AAyê re axivî û got ku piştî ku li Kobanê ya navçeya Helebê şer dest pê kir, digel malbata xwe derbasî Tirkiyeyê bû û ji vir jî di Deriyê Sînor yê Xabûrê re hat Iraqê.
Reşît got ku rewşa me nebaş e bi taybetî bandora sermayê li ser zarokan çêdibe, em nikarin zarokên xwe ji sermayê biparêzin, sobeyên me yên bixaz hene lê ev têrê nakin.
Hesen Elî Cûmayê ku ji bo xaza ku Neteweyên Yekbûyî belev dike ketibû rêzê jî got ku ew digel malbata xwe ya ku ji 12 kesan pêk tê di konek de dimînin û wiha dewam kir: "Tiştekî ku ez bibêjim tuneye. Rewşa ku em têdene li ber çavan e, wekî ku hûn dibînin. Hemû çadirên me ji ber baranê şil bûn. Em nikarin xwe germ bikin. Ji bo sobeyê mehane 10 lître xazê didin me; lê ev xaz jî di nav 10 rojan de xilas dibe. Em di nav betaniyan de xwe germ dikin. Herwiha hin rojan cêranê didin kampê û pir caran av jî bi destê me nakeve."
Cûma got ku topa hawanê ket ser xaniyê wî û ew êdî vegere Sûriyeyê jî tu wateya wî nîne.
Li gor agahiyên ku nûçegihanê AAyê bi dest xist, li giştiyê Iraqê li gor şert û mercên havînê, ji bo penaberan hin kamp hatin avakirin. Çadirên ku li ser axê hatin vegirtin, ji bo şert û mercên zivistanê êdî nayên bikaranîn. Çadir ne ber li sermayê digrin ne jî penaberan ji şiliyê diparêzin. Ji ber vê yekê dema ku baran dibare, qada ku lê konbajar hatiye avakirin şil dibe û dibe çemûr. Ji ber sar û sermayê, şert û mercên nebaş zarok jî nexweş dikevin.