Cîgir û Alîkarê Serokê Dewleta Afrîkaya Başûr Cyrîl Ramaphosa ji bo minasebeta salvegera mirina Nelson Mandela wiha got: "Bi saya Nelson Mandela û hevalên wî em îro gihiştin qonaxeke baştir. Em bûn xwedî rûmet."
Ramaphosa bi minasebeta salvegera mirina Nelson Mandela beşdarî merasima ku li Weqfa Mandela hat lidarxistin bû û wiha axivî: "Ji bo ku ez bi minasebeta salvegera mirina Bavê Demokrasî û Gelê Afrîkaya Başûr diaxivim bextewar im. Em îro ji bo cardin li ser mîrata Mandela bifikirin civiyan. Armanca me ew e ku em li vê mîratê xwedî derbikevin, bi xesasî bişopînin."
Ramaphosa got ku Mandela yek ji mînakên fezîletê ye û got ku "Madîba" herdem digot ku ew ezîz nîne û wiha dewam kir: "Ew bi qasî ku bikaribe xeta û xeletiyan bike wêrek bû, herwiha bi qasî ku karibe xeletiyên xwe qebûl bike jî zana bû."
Ramaphosa got ku ew ê li ser rêya dirêj ya Mandela bimeşin û ew ê di roniya prensîbên wî de berxwe bidin, li dijî xizanî û bêedeletiyê têbikoşin.