Li Iraqê piştî ku bajarê Tikrîtê ji destê DAEŞê hat xilaskirin, 50 malbetên ku xwe spartibûn Kerkûkê vegeriyan malên xwe.
Malbatên ku wesayit û otobêsan siwar bûn bi konvoya leşkeran ve hatin rêkirin.
Midûrê Penaberan û Koçê yê Kerkûkê Ammar Sabah ji nûçegihanê AAyê re daxuyand ku wan qefleya ewil şandiye Tikrîtê û wiha axivî: "Ev malbat wê ji nehiyeyên Tuzhurmatu û Amirliyê derbasî eyaleta Selahaddinê bibin. Waliyê Selahaddînê Raît el-Cubburî agahî da me ku li herêmê rewş baştir e û penaber dikarin êdî vegerin malên xwe. Me bi Waliyê Kerkûkê Necmettîn Kerîm û rayedarên din re hevdîtin kir. Ji bo ku penaber di nav ewlehiyê de bizvirin malên xwe, me tevdîrên ewlehiyê dît.Em ê di meha remezanê de jî qefleyeke din bişînin malên wan."
Tikrîta ku bajarê serokê têkçûyî Saddam Huseyîn e, di 1ê nîsanê de ji destê DAEŞê hatibû xilaskirin.