Rêvebiriya Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Helebçeya navçeya Silêmaniyeyê ku di dema Sedam Hiseyîn de qetlîam lê hat kirin, wek "paytexta aştiyê" îlan kir.
Şêwirmendê Hiqûqê yê Serokê Herêma Kurdistana Iraqê Mesûd Barzanî Azad Molla Fendî di daxuyaniya xwe ya ku di malpera fermî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) de hat weşandin de got ku "Barzanî zagona ku Helebçeyê wek paytexta aştiyê ya Herêma Kurdistanê îlan dike, qebûl kir."
Parlementoya Kurdistanê pêşnumaya ji bo Helebçeyê pejirandibû û pêşkêşî Barzanî kiribû. Bi pejirandina zagonê re hat destnîşankirin ku wê çalakiyên aştî, biratiyê yên çandî li Helebçeyê werin kirin.
Herêma Kurdistanê di 13ê adarê de navçeya Helebçeyê wek bajar îlan kiribû, lê ji ber ku destûra hikûmeta Iraqê nehat wergirtin Helebçe hê di statuya navçeyê de ye.
- Qetlîama Helebçeyê
Qetlîama Helebçeyê di dema şerê Îran û Iraqê de hatibû kirin. Sedam Hiseyîn li dijî kurdan bi navê Hereketa Enfalê operasyon dabû destpêkirin. Bi fermana Sedam Hiseyîn ve firokeyên şer ên artêşa Iraqê di 16ê Adara 1988an de bombeyên gaza kîmyewî avêtibûn li ser Helebçeyê. Di bombebaranê de piraniya wan zarok û jin 5 hezar kes miribûn û ji 7 hezarî zêdetir kes jî birîndar bûbûn. Bi hezaran însan ji Iraqê revîn û xwe sipartin Îran û Tirkiyeyê. Kurdên Iraqê her sal vê bûyerê wek "Qetlîama Helebçeyê" bi çalakiyên cur bi cur bi bîr tînin.