HEWLÊR
Li Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Rêvebirên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) hatin bal hev û li ser mijara serokatiyê axivîn.
Civîn di serokatiya Serokwezîr û Alîkarê Serokê Giştî yê PDKê Nêçîrvan Barzanî û Kosret Resûl Aliyê Alîkarê Sekreterê Giştî yê YNKyê de hat kirin. Civîna ku ji çapemeniyê re girtî hat kirin bi qasî 2 saetan dewam kir.
Mahmût Muhammedê ji PDKyê, piştî civînê daxuyanî da rojnamegeran û got divê di serî de hemû partî, ji bo pêşnumaya zagona der heqê serokatiyê de, razîbûna xwe nîşan bidin û piştre pêşnumayê bibin meclisê û wiha dewam kir: "Niha herêma Kurdistanê ji pêvajoyekê hesas derbas dibe. Haya PDK û YNKê jî jê heye. Ji ber vê yekê divê her du partî, rewşa herêmê li ber çavan bigrin û li gor wê tevbigerin. Ev herdu partî li gor partiyên din divê bêtir baldar bin, bi berpirsiyarî tevbigerin. Me wekî ekîbekê hemû pirsgirêk di civînê de anî ziman û em li ser axivîn. Dê di demeke kurt de pirsgirêk bên çareserkirin."
Muhammed got heke partiyên siyasî li ser serokatiya herêmî li hev nekin û biryarekê nedin, ew ê mijarê bibin pêşberî gel û wiha axivî, "Em dixwazin gel vê pirsgirêkê çareser bike. Em wek partiyên siyasî vê pirsgirêkê çareser nekin em ê meseleyê bibin raya gel. Bi piştevaniya hemû partiyên siyasî dê Lijneya Hilbijartinê ya Bilin a Kurdistanê hilbijartinê bike."
- "Ew ê pirsgirêk bên çareserkirin"
Îmad Ahmedê Berdevkê Polîtburoya YNKê jî got ku heta niha PDK û YNKyê pirsgirêk di nava xwe de çareserkirine û wiha dewam kir "Ew ê vê carê jî pirsgirêkan çareser bikin. Daxwaza me ew e ku pirsgirêk bi rêya îtifaqa netewî bên çareserkirin. Lewra ev berpirsiyariyeke dîrokî ye û hemû aliyan elaqedar dike. Ez dixwaz im li vir bibêjim ku em di vê mijarê de xweşbîn in."
Maweya peywira Mesûd Barzaniyê Serokê HKIyê di20ê tebaxê de temam dibe. Divê berî vê dîrokê partiyên siyasî li parlementoyê bên bal hev û biryareke hevpar bidin.
Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ya ku Mesûd Barzanî serokê wê ye dixwaze ku maweya peywira Barzanî bê dirêjkirin. Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê, Tevgera Goran û Partiya Civata Îslamî (Komel) di vê mijarê de bi temkîn in. Ev her sê partî jî dixwazin maweya peywira Barzanî bê dirêjkirin lê li hemberî vê dibêjin bila erkên wî bên kêmkirin.