Berpirsyarê Mûsilê yê Partiya Demokrata Kurdistan a Iraqê (PDK) Seîd Memûzînî daxuyand ku ji ber êrîşên hewayê yên koalîsyonê li Mûsilê hêza rêxistina terorê DAEŞê kêm bû.
Memûzînî ji nûçegihanê AAyê re daxuyand ku di êrîşa duh êvarê ya ku li herêma kevn a Mûsilê hat kirin de 7 milîtanên DAEŞê, yên ku di nav wan de welatiyekî alman û serokê dadgeha şerîatê yê Mûsilê Hasan Cubur jî heye hatin kuştin.
Memûzînî got ku di êrîşên hewayê de gelek milîtanên DAEŞê dimrin û ev jî di nav wan de dibe sedema tirsê û wiha dewam kir: "Ji ber êrîşên hêzên koalîsyonê ya ku serkêşiya wan Amerîka dike, DAEŞ nikare li bajêr bi rehetî tevbigere. Li Mûsilê hêza wan nema. Nûçeyên ku dibêjin 'ji bo xilaskirina Mûsilê operasyonê bê kirin' jî rêxistinê aciz dike. Li herêmê di hemû malan de dafikan çêdikin, bombe û teqemeniyan bicih dikin. Di vê navberê de nûçeyên ku dibêjin 'milîtanên DAEŞê û terorîstên ji Iraqê li hev nakin û di navbera wan de nakokî heye' jî tên. Me bihîst ku gelek terorîstên ne ji Iraqê ne Mûsil terk kirine û çûne bajarê Raqqaya Sûriyeyê."
Ji hêla din şahidan jî gotinên Memûzînî piştrast kirin.
Nûçegihanê AAyê li ser telefonê Semîr Muslavî re jî axivin û Muslavî wiha got: "Ji ber bombebarandina balafirên şer li bajêr her tim dengê ambulansa tê. Gelek terorîst mirin. Morga Mûsilê bi cesedên terorîstan ve tije bûye. Ev êrîş dibin sedema tirsê û ew nikarin bi rehet tevbigerin."
Muslavî got ku li bajêr ceyran kêm e û her tişt pir bihaye û wiha dewam kir: "Bihayê tupekî 38 dolar e, lîtreyek benzîn qasî dolar û nîvek e. Xwarin pir biha ye, derman hema bibêje tune ye. Gelê Mûsilê êdî li hember jiyaneke wiha li ber xwe nade û sebra wan nemaye. Rêxistin her tim mirovan îdam dike. Herî dawîn serê jinekî jêkirin û sûcê wê jî eşkere nekirin."