PYDyê li Efrîn, Qobanî û Qamişloyê birêvebirên Partiya Demokratîk a Kurdistana Sûriyê (PDK-S) derxist derveyî sînoran û PDKê jî ev yek şermezar kir. Li gor daxuyaniya ku di malpera fermî a partiyê de hat weşandin, gotin ku "Mafê tu aliyê tune ku têkoşîna azadiyê û xebatên partiyên siyasî yên din qedexe bike. Em bi tundî êrîşên PYDyê şermezar dikin."
-"Siyaseteke tekparêz û lêferzker tetbîq dike"
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku li Rojavayê siyaseteke tekparêz û lêferzker tê tetbîqkirin û wiha berdewam kir: "PYDyê Rojava mehkûmê siyaseteke bêencam, teng û nediyar kir. Ev siyeset tu tiştê nagihîne kurdan. PYD divê vê siyaseta xwe ya tekparêz û lêferzker biterikîne."
-"PYDyê îtifaqê xira kir"
Di daxuyaniyê de gotin ku berjewendiyên li Sûriyeyê di nav xebatên ku hemû aliyên siyasî yên kurd bên bal hev û bi hev re bixebitin de ye. Daxuyaniyê wiha berdewam kir: "Em dixwazin ku konjoktora li Sûriyeyê ji bo gelê me yê li Rojavayê bibe destketiyekê siyasî. Me hewl da ku hemû alî bi hev re hevpar tevbigerin. Lê belê PYDyê îtifaqa ku em hewl didin çêkin, xira kir û li herêmê siyaseteke li gor daxwaza xwe kir."
-"Binçavkirin, girtin û derxistina derveyî sînor berdewam dike"
Di daxuyaniyê de destnîşan kirin ku PYD daketiye asteke wisa ku êdî ji bo aliyê din ên siyasî dijminatiyî dike û wiha berdewam kirin:
"PYD polîtkayên xwe yên der barê binçavkirin, girtin, derxistina derveyî sînor û êrîşkirina li ser birêvebirên Partiya Demokratîk a Kurdistana Sûriyeyê bê navber berdewam dike û her ku diçe van polîtîkayan berfireh dike. Ji ber vê siyaseta tekparêz û xeyrîmeşrû ya PYDyê li herêmê sîstemeke demokratîk nehate avakirin. Rewşa li Rojavayê ji rewşa herêmên di bin qontrola rejimê de xirabtir bû. Li Rojavayê azadiya siyasî tune ye û daxwaz tên pêpeskirin."
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin PYDya îdia dike ku piştgiriyê dide ku kurd bibin yek, gelê Rojavayê bi awayekî dîktatorî bi rê ve dibe. Hat destnîşankirin siyaseta ku PYD dike siyaseteke wisa ye ku di vê heyamê de nayê qebûlkirin û tê şermezar kirin. Hat ragihandin ku dê Partiya Demokrat a Kurdistanê piştgiriyên xwe yên ji bo PDK-Syê berdewam bike.