Park di axaftina xwe ya ku di televizyonan de hat weşandin de wiha got: "Wek seroka dewletê yê ku ji ewlekarî û jiyana mirovan berpirsyar e, ji bo êşên mirovan ez dil û can lêborînê dixwazim.
Park got ku piştî qezayê hin tevdîrên ewlekariyê hatine dîtin û wiha got: "Heke piştî qezayê bi lez dest bi xebatên xilaskirinê bihata kirin, dibe ku hindik kes bimirana."
Ji hêla din hat ragihandin ku hejmara miriyên ku ji ferîbotê hatine derxistin 286 e û hîn negîhiştine 18 kesan.
Ferîbota Sewolê di 16ê nîsanê de dema ku ji bajarê Incheonê diçû Girava Jejuyê, li nêzîkî Girava Byungpoonê alîkikarî ji Ewlekariya Qeraxê xwestibû û li wir binav bibû. Di ferîbotê de 325 xwendekar bi tevahî 476 kes hebû. Ji qezayê 22 xebatkarên ferîbotê, 174 kes xilas bibû.