Hat diyarkirin ku heta niha li Sirbîstanê 16 hezar, li Bosna Hersekê 10 hezar, li Hirvatîstanê jî qasî 3 hezar kes ji cihên xwe hatin tehliyekirin. Tirkiye, Karadag, Makedonya, Hirvatîstan, Slovenya û hin welatên Ewrupayê ji ji welatên Balknanan re alîkarî şandin.
- AAyê ji hewayê dîmenên kesên ku mehsur mane kişand
Ajansa Koordînasyon û Hevkariya Tirk (TÎKA) tiştên xwarin û lixwekirinê bir bajarê Maglaya Bosna Hersekê.
Nûçegihanên AAyê bi balafira artêşa Bosnayê sîwar bû û ji hewayê dîmenên Bosna Hersekê kişand. Tîma AAyê dîmenên erazî û malên ku di bin avê de mane kişand û bû şahidê xilaskirina 60 welatiyên ku ji ber lehiyê derketibûn çiyayan û li ser malên xwe.