Li Hîzana navçeya Bilîsê ji ber barana ku di cih de dest pê kir lehî rabû û tesîsa ku kevir û zinaran lê tên perçekirin di bin avê de ma.
Baranê di cih de dest pê kir û ava çemê nezerê rabû li tesîsa konkasorêya texma Soguksuya ser 70mîn kîlometre rêbeja Hîzan-Perwariyê ye bû qelibî.
Xwediyê şirketê Yavuz Yilmaz daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku duh baranê di cih de dest pê kir û ji ber lehiyê zirareke mezin gihîşt tesîsê û tirîmbêl û kamyonek jî di avê de çûn.
Yilmaz destnîşan kir ku ji ber lehiyê nêzî 200 hezar lîra zirara wan heye û wiha dewam kir: "Piştî baranê lehî rabû. Ava Çemê Nezerê di ser de avêt û li tesîsa me qelibî, tirîmbêlek, kamyon, 2 konteyner û belgeyên saziyê û bi avê de çûn. Borî, hesin û jeneratora me jî di avê de çûn."