Koçberên qaçax bi hêviya ku biçin welatên YEyê û jiyaneke baştir bijîn koç dikin. Van rojana koçberên qaçax ketiye rojeva raya giştî ya dinyayê.
Koçberên ku ji Rojhilata Navîn û welatên Efrîkaya Bakur koç dikin, Makedonya û Sirbistanê wek "korîdor" dixebitînin. Van rojana li Makedonya û Sirbistanê hejmara koçberan zêde ye. Ji ber ku Macaristanê li dijî koçberan têl kişand ser sînorê Sirbistanê, li Makedonya û Sirbistanê qeyrana koçberan derket.
Makedonya nêzî salekê ye ku li dijî pirsgirêka koçberan, têdikoşe, bi taybetî di sermaweza çûyî da ray teqîb kirin û hin koçberên ku xwestin bigihîjin sînorê Sirbistanê kirin binê trena û ew perçiqandibûn. Vê yekê bala raya giştî ya dinyayê kişandibû.
Par welatiyekî Efxanistanê ê 22 salî xwest ku bi bavê xwe re derbasî Ewropayê bibe, lê li Makedonyayê ket binê trînê. Çend hefte şûnda jî heft koçeberên ku wê li ser Yûnanistanê re derbasî Makedonyayê bûbûna, bişev ketin bin trenê, perçiqîn û can dabûn. Paşê di meha nîsanê de li navbera peytext Uskup û Kopruluyê 14 kes di bin trenê de perçiqîbûn û can dabûn. Li gor daneyên Wezareta Karên Navxweyî ya Makedonyayê 29 koçberên qaçax ketine bin trînan û mirine.
- Qanûna îtîcayê guherî
Koçeber digel hemû rîskan mirina xwe didin ber çavên xwe û berê xwe didin welatên Yekîtiya Ewropayê. Roj bi roj hejmara koçberan zêde dibe. Makedonyayê ji ber koça koçberan qanûna xwe ya îltîcayê guherand. Biryara guhertinê di 18ê hezîranê de hat dayîn û li gor vê guhertinê koçberên ku dikevin welêt wê bikaribin 72 saetan lê bimînin, di nav vê demê de tren di serî da wê bikaribin wesaîtan siwar bibin. Ev maf ji koçberan ra hat dayîn.
Koçber pêşiyê diçin Yûnanistanê, ji wir derbasî Makedonayayê dibin. Koçber weke ku li Gevgeliya îstgeha trînê kamp çêkiribin, lê civiyane. Koçber li vir li trenê siwar dibin ku herin Tabanovtsa li ser sînorê Sirbistanê. Makedonya vê gavê li têlê datîne ser sînorê Sirbistanê, Koçber beriya ev sînor bi temamî were têlkirin, derbasî welatên YEyê bibin. Dawiya heftê hejmara koçberan gelek zêde bû. Nûnerên saziyên sivîl, ku alîkariyê didin koçberan, gotin ku berê dora 600 û 700 koçber dihatin welêt, lê ev hejmar di meha tebaxê da derket 2 hezaran.