Hat ragihandin ku yekîneyên pêşmergeyan li Dakuka navçeya Kerkûkê û li Tûzhûrmatûya navçeya Selaheddînê li dijî DAEŞa rêxistina terorê operasyoneke mezin da destpêkirin û kontrola gundekî bi dest xist.
Li gor agahiya ku nûçegihanê AAyê bi dest xist, pêşmergeyan serê sibê operasyon bir ser 12 gundê ku di destê DAEŞê da ne û dora herêmê girt. Hat ragihandin ku pêşmerge 10 kîlomêtre pêş ket û kontrola gundekî bi dest xist.
Berpirsiyarê Pêşmergeyên Kerkûkê Westa Resûl daxuyanî da û wiha got: "Em ber bi gundê ku di destê DAEŞê da ne ve diçin. Me gundê Elbûnecma ku wek navenda birêvebirina operasyonên DAEŞê tê zanîn, bi temamî bi dest xist. Em vê gavê jî ber bi gundê Elbusela ku ji aliyê stratejiyê va girîng e ve diçin."
Resûl got ku DAEŞ ne wek berê ye, hêz û moralê wan wek berê nîn e ku şer bikin û wiha pê da çû: "Ji bo pêşmergeyan serkeftin zêde ne zehmet e. Me di demeke kurt da 10 kîlomêtre bi dest xist. Lêbelê terorîst dema ku direvin, bombeyan bi cih dikin. Me tenê li gundekî 130 bombe dîtin û îmha kirin."
Hat gotin ku hêzên koalîsyonê jî her tim kozikên DAEŞê bombebaran dike.