Tirkiye

"Civîna Alimên Balkanan-2" ya ku li Edirneyê hat lidarxistin, bi dawî bû

Cihan Demirci  | 03.11.2025 - Rojanekırın : 03.11.2025
"Civîna Alimên Balkanan-2" ya ku li Edirneyê hat lidarxistin, bi dawî bû Cihan Demirci

Edirne

 "Civîna Alimên Balkanan-2" ya ku li Edirneyê hat lidarxistin, bi dawî bû.

Civîn ji aliyê Walitîya Edirneyê û bi hevkariya Weqfa Mîmar Sînan a Edirneyê û Platforma Hevkariya Bajarên Balkanan va hat lidarxistin.

Sermuftî, muftî û alimên ji Makedonyaya Bakur, Kosova, Albanya, Sirbistan, Bosna-Hersek, Trakyaya Rojava, Bulgaristan, Romanya, Slovenya, Qeredax, Xirvatistan û Qirimê beşdarî civînê bûn.

Danezana encamê ya ku ji bo dawiya civînê hatibû amadekirin, ji aliyê Serokê Weqfa Alimên Îslamê Prof. Dr. Nasrullah Hacimuftuoglu va hat xwendin.

Hacimuftuoglu daxuyand ku di civînê da rewşa heyî ya li Xezeyê di serî da, ji xizmetên dînî bigire heta çalakiyên çandî, ji pirsgirêkên malbatî bigire heta yekîtiya umetê di gelek mijaran da danûstandina fikr û ramanan pêk hatiye.

Hacimuftuoglu destnîşan kir ku divê civîna alimên Îslamê û rûspiyan ên ku bi ruhekî yekîtî û hevgirtinê ji bo çareserkirina van pirsgirêkên mezin tên bal hev, her tim çêbibe û wiha got:

"Ji bo ku ev civîn bigîhêje encamê, divê her sazî û rêxistin berpirsyariya ku dikeve li ser milê wan, bi cî bînin. Li erdnîgariya ku em lê dijîn, bi taybetî li Balkanan, ji ber bandora sîxurên biyanî an jî dijminatiya kesane, hin bûyerên ewlehiyê çêdibin û wijdana raya giştî diêşînin. Ji bo ku ev bûyer nebin sedema provokasyonan, divê rêxistinên civaka sivîl û saziyên fermî hişyar bin, alimên li herêmê jî di aramkirina rewşê û pêşîgirtina li zirarên din da bêtir çalak bin. Di vê çarçoveyê da divê meriv bi taybetî li ser rêgeza takekesî ya di sûc û cezakirinê da hesas tevbigere û ji gotin û kiryarên ku civakê bi tevahî sûcdar dikin ra derfet neyê dayîn."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın