Polîtîkaya Veşartîbûn û Çerezan

AJANSA ANADOLU T. A. Ş.

POLÎTÎKAYA ÇEREZ Û NEPENIYA MALBERÊN ÎNTERNETÊ

 

  1. ARMANC û ÇARÇOVE

 

1.1. Polîtîkaya Çerez û Nepeniya Malperên Înternetê ya Ajansa Anadolu T.A.Ş.yê (“Polîtîkaya Çerez û Nepeniyê”), bi wesîleya malperên înternetê yên li ser navnîşana www.aa.com.tr (….)yê da ku xwediyê wê Ajansa Anadolu T. A. Ş. ye û îdare dike (“Ajansa Anadoluyê”), bi minasebeta mixatabî yan jî peymanên bi Abone û Ziyaretvanan ra çêkiriye, ji bona emilandina agahiyên şexsî ku ji Abone û Ziyaretvanan yan jî ji kesên sêyem hatine hildan, li gor Qanûna Parastina Agahiyên Şexsî ya bi jimara 6698an û rêziknameyên eleqedar, ji bona rêbazên komkirina Agahiyên Şexsî, ewlehî û nepeniya agahiyên şexsî, wek xwediyê agahiyan ji bona hûn di warê mafên xwe da bên agahdarkirin, hatiye amadekirin.

 

1.2. Ajansa Anadoluyê girîngiyê dide nepeniya Abone û Ziyaretvanan û ji bona ewlehî û nepeniya agahiyan ku di berpirsiyariya wê da ye, li gor benda 12emîn ya Qanûna Parastina Agahiyên Şexsî û hemû rêziknameyên eleqedar hemû tevdîrên hewce dikin, hildide.

 

1.3.  Ajansa Anadoluyê dema bixwaze dikare hikmên Polîtîkayê ya navborî ji ser malperên înternetê yên li jorê hatin behskirin rojane bike, biguherîne û biweşîne. Guherîn û rojanekirinên Ajansa Anadoluyê di dîroka li ser malpera înternetê hat weşandin da wê bikeve rewacê.

 

1.4. Ji bona rê û rêbazên emilandina Agahiyên Şexsî ku di Polîtîkaya navborî da derbas dibe hûn dikarin agahiyên berfireh ji “METNA AGAHDARKIRINÊ YA AJANSA ANADOLU T. A. Ş. ”yê bixwînin.

 

1.5. Di Polîtîkaya Çerez û Nepeniyê da wê hemû Abone û Bikarhêner cuda cuda yan jî wek Ziyaretvan bên binavkirin.

 

  1. PÊNASEKIRIN û KURTEBÊJE

Di Polîtîkaya Nepeniyê da;

Abone                         : Kes û saziyên bi rêya pergala abonetiyê bi taybetî ji xizmetên Ajansa Anadoluyê îstifade dikin terîf dike,

Ajansa Anadoluyê      : Şirketa Anonîm ya Tirk ya Ajansa Anadoluyê ku navnîşana wê Taxa Etiyê, Bilwara GMKyê, No:132, Çankaya/Ankara Tirkiye ye nîşan dide,

Pergala Abonetiyê      : Pergala onlîne ya Ajansa Anadoluyê xizmetên xwe ji bona Abone bikaribin bi kar bînin pêşkeş dike,

Çerez                          : Dosyeyên metnên biçûk yên ku di cêhaz û kompîtura torê da dema ziyaretvan û bikarhêner dikevin malperê ji hêla malperên înternetê tên tomarkirin,

Polîtîkaya Çerez û Nepeniyê: Polîtîkaya Çerez û Nepeniyê ya Ajansa Anadolu T. A. Ş.yê ya navborî terîf dike,

Malpera Înternetê      : Malperên înternetê û www.aa.com.tr ya Ajansa Anadoluyê xwediyê wê ye û dixebitîne,

Agahiyên Şexsî           : Hemû agahiyên ziyaretvan û bikarhêneran ne ku nasnameya wan eşkere ye yan jî meriv dikare nasnameya wan eşkere bike terîf dike,

Emilandina Agahiyên Şexsî: Bi temamî yan jî bi qismî bi rêyên otomatîk yan jî bi saya pergaleke qeydkirina agahiyan ku perçeyekî rêya neotomatîk e qeydkirin, peydakirin, tomarkirin, mihafezekirin, guherandin, verastkirin, eşkerekirin, sinifandin û astengkirina emilandin û bikaranîna agahiyên şexsî terîf dike,

Xwediyê Agahiyên Şexsî : Ziyaretvan û bikarhênerê ku agahiyên wî/wê yê şexsî tê emilandin û bikaranîn terîf dike,

Bikarhêner                 : Abone û Ziyaretvanên ji bona bikevin malperên Ajansa Anadoluyê navê bikarhêner û şifreyê ji xwe ra çêdikin û malperên înternetê bikartînin terîf dike,

QPAŞ                         : Qanûna Parastina Agahiyên Şexsî ya bi jimara 6698an ku 7ê Nîsanan 2016an di Rojnameya Fermî da hat weşandin û ket rewacê terîf dike,

Emelkarê Agahiyan   : Kes û saziya ku li gor rayeya ji berpirsiyarê agahiyan hildide Agahiyan diemilîne û bi kar tîne terîf dike,

Berpirsiyarê Agahiyan : Kes û saziya ku armanc û wesîleyên emilandin û bikaranîna agahiyên şexsî, avakirina pergala qeydkirina agahiyan û ji rêvebirinê berpirsiyar e terîf dike,

Ziyaretvan                 : Kesên ku malperên înternetê û www.aa.com.tr, (…)ya Ajansa Anadoluyê bi armancekê onlîne diemilînin terîf dike.

 

  1. AGAHIYÊN ŞEXSÎ YÊN TÊN EMILANDIN û ARMANCÊN EMILANDINÊ

 

3.1. Der Heqê Ziyaretvanan Da

 

3.1.1.      Ajansa Anadoluyê ji ber pêwendiyên ku pê ra datîne tevî nav-paşnav, têlefon, navnîşan û e-postayê agahiyên kartê krediyê, agahiyên nasnameyê û agahiyên şexsî yên ji Ziyaretvanan hildide û pê Ziyaretvan tê pênasekirin diemilîne.

 

3.1.2.      Ajansa Anadoluyê Agahiyên Şexsî yên li jorê hatin behskirin ji bona şertên peymanên bi Ziyaretvanan ra bi cî werin û berpirsiyariyên hiqûqî pêk werin, ji Abone û Bikarhêneran ra weşan û bultena bişîne yan jî agahdar bike, der barê xizmetên nû da agahî bide, bi destê kesên bi wan ra hevkariyê dike yan jî bi Pergala Abonetiyê bazarkirina rasterast bike, dema hewce bike bi bikarhêneran ra bikeve pêwendiyê, bêyî ku nasnameya bikarhêner eşkere bibe nirxandinên îstatîstîkî derxe, bingeha agahiyan ava bike û di lêkolînên bazarê da bi kar bîne wê biemilîne.

 

3.1.3.      Ji ber ku weşanên Ajansa Anadoluyê di mehkemeyan da wek delîl tên hesibandin, heger ji mehkeme û meqamên fermî û îdarî yên din li gor rêbazê daxwaz were, wê ajans weşanên xwe û Agahiyên Şexsî yên di nav weşanan da ne bi meqamên eleqedar ra parve bike.  

 

3.1.4.      Ajansa Anadoluyê ji bona pirsgirêkên bi Pergala Abonetiyê ra eleqedar in tesbît bike, demildest pirsgirêkên malperên înternetê yên di platformên di nav Pergala Abonetiyê da çareser bike navnîşana IPya Ziyaretvanan tesbît dike û diemilîne. Navnîşanên IPyê ji bona Ziryaretvan bi giştî bên pênasekirin û bi berfirehî agahiyên demografik bên berhevkirin jî dibe ku bên emilandin.

 

3.2. Der Heqê Çerezan Da

 

3.2.1.      Ajansa Anadoluyê agahiyên der barê Ziyaretvanan da dikare bi saya Çerezan peyda bike. Ajansa Anadoluyê dema ku Ziyaretvan di malpera înternetê da derbas dikin teqîb dike û dane û îstatîstikan derdixe ku Ziyaretvan di malperên înternetê da dema xwe çawa xerc kirine. Di van Çerezan da dibe ku nav, navnîşana maîlê, wêneyê profîlê, emir, cinsiyet û koda IPyê yên Bikarhênerên dikevin malperên înternetê hebin ku bi van agahiyan wê bikarhêner bên pênasekirin û dibe ku bi van Agahiyên Şexsî ji bona Ajansa Anadoluyê bingeha agahiyan bê avakirin. Dema bikevin malperên înternetê Ziyaretvan emilandin û bikaranîna agahiyan qebûl dikin.

 

3.2.2.      Bi saya van Çerezan eşkere dibe ku çend kes ketine malperên Ajansa Anadoluyê, kesekî malperên înternetê bi çi armancî emilandiye, çend caran ziyaret kiriye, çiqas tê da maye û bi vî awayî agahiyên îstatîskî tên derxistin û ji bona Ziyaretvanan di rûpelên Bikarhêneran da bi taybetî reklam û naverok tên çêkirin. Dosyeya pêwendiyê ya teknîkî ji bona agahiyên di hafizeya sereke û e-posteyê da yan jî agahiyên din hilde nehatiye çêkirin. Piraniya rûpelên lêgerînê ji bona dosyeyên pêwendiyê yêk teknîkî qebûl bikin hatine çêkirin, lê Ziyaretvan dema bixwazin dikarin ji bona dosyeyên pêwendiyê yên teknîkî neyên yan jî dema dosyeyên pêwendiyên yên teknîkî hatin hişyarî bê dayîn eyaran biguherînin.

 

3.2.3.      Çerezên ku Ajansa Anadoluyê bi kar tîne li jêrê hatine diyarkirin:

Çerezên Teknikî
(Technical Cookies)
Bi saya çerezên teknîkî malpera înternetê dixebite û rûpelên malpera înternetê yên naxebitin tên tesbîtkirin.
Çerezên Otantîkasyonê
(Authentication Cookies)
Dema Ziyaretvan bi şifreya xwe bikevin malpera înternê bi saya çerezên bi vî rengî di her rûpela ku Ziyaretvan di malpera înternetê da vedike tê tesbîtkirin ku ziyaretvan Bikarhênerê malperê ye û di her rûpelê da hecedarî namîne ku Bikarhêner careke din bi şifreya xwe bikeve malperê.
Çerezên Flash
(Flash Cookies)
Ji bona dîmen û dengên di malpera înternetê da çalak bin ev cure çerez tên emilandin.
Çerezên Taybet
(Customization Cookies)
Bikarhêner dema dikevin rûpelên cuda yên malperên cuda bi saya van çerezan tercihen Bikarhêner di van malperan da jî tên emilandin. Wek mînak terciha ziman ya hatiye hilbijartin bi bîr tîne.
Çerezên Analîtîk
(Analytical Cookies)
Çerezên analîtîk wekî hejmara kesên malpera înternetê ziyaret kirine, rûpelên di malpera înternetê da hatine vekirin, seetên ku malpera înternetê hatiye vekirin û zivirandina rûpelên malpera înternetê tesbît dike û encamên analitik derdixe.
Çerezên Ji Derva Tên (Third Party Cookies) Li gor yên çerezan bi cî kirine çerezên platformê û çerezên ji derva tên hene. Çerezên platformê bi deste Ajansa Anadolutê tên çêkirin, çerezên ji derva tên jî bi destê fîrmayên ku bi Ajansa Anadoluyê ra hevkarî kirine tên çêkirin û îdarekirin.

 

  1. RÊGEZÊN GIŞTÎ YÊN EMILANDINA AGAHIYÊN ŞEXSÎ Û ŞERTÊN EMILANDINA AGAHIYÊN ŞEXSÎ

 

4.1. Agahiyên we yên şexsî li gor rêgezên giştî di benda 4emîn ya QPAŞyê da;

 

· Gorî rêgezên hiqûq û rastiyê,

· Rast û dema hewce bike rojanekirî,

· Ji bona armancên eşkere, vekirî û meşrû,

· Li gor armanca emilandinê û di hedê xwe da,

  • Gorî rêziknameya eleqedar ji bona armancên emilandinê di nav dema hewce dike da tên mihafezekirin û emilandin.

 

4.2. Agahiyên şexsî li gor benda 5emîn ya QPAŞyê beyî destûra Xwediyê Agahiyên Şexsî bi tu awayî nayên emilandin. Lê dîsa jî li gor hikmê di heman bendê da heger yek ji şertên li jêrê bi cî were beyî destûra Xwediyê Agahiyan agahiyên şexsî dikarin bên emilandin:

 

· Ji ber ku di qanûnan da eşkere ye,

· Ji ber ku bi fiîlî îmkan tunebe destûr bê hildan yan jî kesên ku bi rêyên hiqûqî destûrê nadin ji ber mecbûriyeta parastina heyat û bedena wan kesan û yên din,

Bi şertê ku peyman hatine çêkirin û bi bicîanînê ra eleqedar be hewcedarî bi emilandina Agahiyên Şexsî yên terefên peymanê hebe,

· Ji ber ku Berpirsiyarê Agahiyan mecbûr e berpirsiyariya xwe ya hiqûqî bi cî bîne,

· Ji ber ku bi deste Xwediyê Agahiyên Şexsî hatine eşkerekirin,

· Ji bona bicîanîna heqekê pêwistî bi emilandin û parastina agahiyan hebe,

· Bi şertê zirarê nedin heq û azadiyên sereke yên Xwediyê Agahiyên Şexsî ji bona perjewendiyên Berpirsiyarê Agahiyan pêwistî bi emilandina agahiyan hebe.

 

 

  1. RÊBAZÊN KOMKIRINA AGAHIYÊN ŞEXSÎ Û SEDEMÊN HIQÛQÎ

 

5.1. Agahiyên we yên şexsî bi destê Ajansa Anadoluyê bi

· Formên abonetiyê,

· Formên pêwendiyê yên malperên înternetê,

· Bikaranîna malperên înternetê,

· Formên qeydê yên E-Bultenê,

· Formên endamtiyê,

· Peymanên lihevkirinê,

ji ber sedemên curbecur yên hiqûqî ji hêla rêgezên sereke yên QPAŞyê di çarçoveya şertên emilandina Agahiyên Şexsî da ku di bendên 5emîn û 6emîn yên QPAŞyê da hatine destnîşankirin li gor armancên di Polîtîkaya Çerez û Nepeniyê ya navborî da hatine eşkerekirin tên komkirin, emilandin, qeydkirin û neqilkirin.

5.2. Cureya Agahiyên Şexsî ku bûye mijara Polîtîkaya Çerez û Nepeniyê ya navborî, her çiqas li gor armanca emilandina agahiyan biguherin jî bi giştî ji bona çêkirina peymanekê û bicîanîna peymanê ra rasterast eleqedar in, ji bona Berpirsiyarê Agahiyan wezîfeya xwe ya hiqûqî bi cî bîne mecbûrî ne, ji bona tesîskirina heqekê û emilandin û parastinê emilandina agahiyan mecbûrî ye û ji bona berjewendiyên meşrû yên Berpirsiyarê Agahiyan lazim e, ji ber sedemên hiqûqî tên emilandin.

 

  1. ŞANDIN Û PARVEKIRINA AGAHIYÊN ŞEXSÎ

 

6.1. Ajansa Anadoluyê Agahiyên Şexsî ku di Polîtîkaya Çerez û Nepeniyê ya navborî da derbas dibin û dane û agahiyên nû yên ji Agahiyên Şexsî hatine derxistin, di serî da ji bona têkilî û peymana di navbera Xwediyê Agahiyên Şexsî û ajansê da bi cî were, dikare ji bona pêşvabirina tecrubeya bikarhêneran (başkirin û şexsîkirin jî di nav da), parastina ewlehiya Xwediyê Agahiyên Şexsî, tesbîtkirina sextekariyê û pêşîlibergirtina sextekariyê, pêşvabirina xizmetê, lêkolînakirina nirxandinên operasyonel, çareserkirina pirsgirêkan, piştrastkirina nasnameya bikarhêneran û pêşvabirina performansa pergalê ku li jorê di nav armancên emilandinê da hatin destnîşankirin, ji bona armancekê be jî di rewşên ku di benda 4.2. ya Polîtîkaya Çerez û Nepeniyê da hatin jimartin, bi xizmetên serwîsê yên ji derva tên hildan, şirketên kargoyê, buroyên hiqûqê, şirketên lêkolînê, navendên operatoran, şirketên bernamesaziyê yên li ser ewlehî û rêvebirina gilî û gazinan dixebitin, ajans, şirketên şêwirmendiyê, şirketên li ser çapemeniyê dixebitin, banke û tevî qanalên medyaya civakî şexs û saziyên sêyem yên rastîn û sazî, mercî, daraz û meqamên îdarî yên berpirsiyariya wan ya qanûnî heye ra parve bike.

 

6.2. Ajansa Anadoluyê Agahiyên Şexsî li gor armancên li jorê hatin destnîşankirin û di çarçoveya armancan da dikare agahiyan di hedê xwe da û sînorkirî li nav welêt û derveyî welêt ji şexsên sêyem ra bişîne.

 

  1. DEMA PARASTIN Û VEŞARTINA AGAHIYÊN ŞEXSÎ

 

7.1. Her çiqas li gor QPAŞ û hikmên qanûnên eleqedar hatibin emilandin jî dema sedemên emilandinê ji holê rabin Ajansa Anadoluyê Agahiyên Şexsî jê dibe, ji holê radike û yan jî dike anonîm.

 

7.2. Ajansa Anadoluyê li gor QPAŞyê ji bona di nelihevkirinekê da bên bikaranîn gorî dema di rêziknameyê da hatiye destnîşankirin dikare Agahiyên Şexsî biparêze û veşêre. Di rewşên wiha da Agahiyên Şexsî yên tên parastin ji bona armanceke din nayên eşkerekirin û dema ji bona nelihevkirina hiqûqî lazim be wê bên vekirin.

 

7.3. Ji bona Ajansa Anadoluyê dema parastin û veşartina Agahiyên Şexsî ku di Polîtîkaya Çerez û Nepeniyê da derbas dibe, wiha ye.

7.3.1.      Ji bona Abone û Bikarhêneran:

 

 
TAYBETIYA AGAHIYÊ
 
PIŞTÎ DÎROKA PÊWENDÎ DIQEDE DEMA PARASTIN Û VEŞARTINÊ
 
DEMA ÎMHEKIRINA PERIYODÎK
 
Agahiyên Şexsî yên ji ber peyman û pêwendiyê hatine emilandin
 
                          10 sal
 
Ji bona her agahiyekê piştî ku 10 sal temam bû di nav 6 mehan da
 
Qeydên bi bacê ra eleqedar in
 
                         5 sal
 
Ji bona her agahiyekê piştî ku 5 sal temam bû di nav 6 mehan da
 
Agahiyên Şexsî yên Ziyaretvanan
      
                         6 meh
 
Ji bona her agahiyekê piştî ku 6 meh temam bû di nav 6 mehan da

 

7.3.2.      Ji bona Çerezan:

Çerezên Teknîkê
(Technical Cookies)
 
Çerezên Otantîkasyonê
(Authentication Cookies)
 
Çerezên Flash
(Flash Cookies)
 
Çerezên Taybet
(Customization Cookies)
 
Çerezên Analîtîk
(Analytical Cookies)
 
Çerezên Ji Derva Tên (Third Party Cookies)  

 

 

 

  1. MAFÊN XWEDIYÊ AGAHIYÊN ŞEXSÎ

 

8.1. Li gor QPAŞyê û di çarçoveya rêziknameya eleqedar da Xwediyên Agahiyên Şexsî dikarin;

 

· Hîn bibin agahiyên wan yên şexsî hatine emilandin yan nehatine emilandin,

· Heger hatibin emilandin dikarin bixwazin bên agahdarkirin,

· Hîn bibin agahiyên şexsî bi çi armancî hatine emilandin û li gor armancê hatine emilandin yan nehatine emilandin,

· Li nav welêt û derveyî welêt agahiyên şexsî bi kîjan şexsên sêyem ra hatine parvekirin,

· Heger agahiyên şexsî kêm yan jî xelet hatibin emilandin dikarin daxwaz bikin ji bona bên rastkirin û kesên sêyem jî di vî warî da bên agahdarkirin,

· Her çiqas li gor qanûna bi jimara 6698an û hikmên qanûnên eleqedar hatibin emilandin jî dema sedemên emilandinê ji holê rabin dikarin daxwaz bikin agahiyên şexsî bên jêbirin û kesên sêyem di vî warî da bên agahdarkirin,

· Agahiyên tên emilandin heger bi taybetî bi wasiteya pergalên otomatîk bên analîzkirin xwediyê agahiyên şexsî dikare li hember encamên dijî wî/wê derketine îtiraz bike,

  • Heger agahiyên şexsî berevajiyê qanûnê bên emilandin û zirar çêbe dikare dixwaz bike ku zirar ji holê bê rakirin.

 

8.2. Wek Xwediyên Agahiyên Şexsî hûn dikarin daxwaz û serlêdanên xwe yên ji bona heq û mafên xwe bi eşkereyî ku bê fehmkirin tevî belgeyên ku nasname û navnîşan tê tesbîtkirin bi nivîskî û îmzeya şil bi rêya posteyê yan jî noterê ji navnîşana Taxa Etiyê, Bilwara GMKyê, No:132, Çankaya/Ankara”yê ra bişînin yan jî bişînin (….) e-postayê.

 

8.3. Ajansa Anadoluyê beriya bersivê bide heqê ajansê heye nasnameya we piştrast bike û;

· Nav û paşnav û heger serlêdan nivîskî be îmzeya we,

· Ji bona welatiyên Komara Tirkiyeyê nimroya nasnameyê û ji bona kesên biyanî nimroya nijad û pasaportê û heger hebe nimroya nasnameyê,

· Navnîşana mal û kar ya di teblîxatê da,

· Heger hebe navnîşana e-poteyê û nimroya têlefon û faksê,

· Mijara serlêdan û daxwazê,

mecbûrî ne û heger der barê mijarê da agahî û belge hebin divê li serlêdanê bên zêdekirin û şandin.

 

8.4. Agahiyên Şexsî yên ku bi destê Ajansa Anadoluyê tên emilandin, berpirsiyariya rastî û bêkemasiya agahiyan aidî Xwediyê Agahiyên Şexsî ye. Heger agahiyên şaş û xelek bên dayîn tu berpirsiyariyeke Ajansa Anadoluyê tuneye û heger ji ber agahiyên şaş, kêm û xelet zirar bigihîje Ajansa Anadoluyê berpirsiyariya tezmîna zirarê aidî Xwediyê Agahiyên Şexsî ye. Ajansa Anadoluyê bi alîkariya Xwediyê Agahiyên Şexsî wê her dem Agahiyên Şexsî rast û rojane bike. Dema rewşa jêbirin, guherandin û yan jî rojanekirina Agahiyên Şexsî derkeve holê divê Xwediyê Agahiyên Şexsî bi navnîşana “…” e-maîlê bi Ajansa Anadoluyê ra bikeve têkiliyê.

 

8.5. Heger hûn daxwazên xwe wekî li jorê hat destnîşankirin ji Ajansa Anadoluyê ra bişînin Ajansa Anadoluyê li gor taybetiya daxwazê, di demeke kurt da, herî dereng di nav 30 rojan da wê bêpere bigihîne encamê. Di bersiva bê dayîn da heta 10 rûpelan wê pere neyê sitendin. Heger ji 10 rûpelî zêdetir be ji bona her rûpelî wê Lireyeke Tirk pereyê mesrefê bê hildan. Heger bersiva serlêdanê wekî CD û flash bellekê bi awayekî din bê dayîn bihayê ku Ajansa Anadoluyê bixwaze wê ji maliyeta qeydê derbas nebe.