Haydar Şahin
17 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 18 Rêbendan 2018
PRÎŞTÎNE
Li gundên li bintara Çiyayê Şarê ya li başûrê Kosovayê li gor rê û rêzikên berê penêrê şar tê çêkirin û taştêya gelek welatên li herêmê dixemilîne.
Penêrê Şar li Kosova, Makedonya û Arnawidistanê zehf tê xwarin û kîloya vî penêrî di navbera 7 û 10 ewroyî da tê firotin.
Beadin Muskayê li gundê Restelicayê ya li bintara Çiyayê Şarê bi malbata xwe ra jiyana xwe didomîne jî kevneşopiya penêrê şar didomîne.
Muskayê ku bi şîrê 40 çêlek û 300 miyên li rexê çêm xwedî dike va li gor rê û rêzikên berê penêrê şar çêdike diyar kir ku li gor terîfa kal û bavên xwe kevnepoşiyê didomîne.
Muska got ku zivistanê tenê bi şîrê çêlekan vî penêrî çêdike û çêlakan bi makîneyê nadoşe wekî berê bi destan didoşe.
Muska qala çêkirina penêrê şar ê bi nav û deng kir û wiha axivî: "Em şîr didoşin, parzûn dikin û li ser agirê 35-40 pileyî germ dikin. Paşê haveynê toz diavêjin nav. Dema haveyn tesîra xwe nîşan dide jî tev didin û hetanî penêr dadikeve binî û şûjî derdikeve ser tev didin."
Muska got şûjiyê parzûn dikin û penêrê ku di binî da dimîne carekê dîsa germ dikin û wiha pê da çû: "Piştî parzûnkirinê heke carekê dîsa nedin ser agir wê çaxê nabe penêrê şar, dibe penêrê beravêtî."