Ahmet Aydın
2016 ж. 14 наурыз•Rojanekirin: 2016 ж. 14 наурыз
MOSKOVA (AA) - Serokomarê Azerbaycanê Aliyev: "Em bi tundî terorê lanet dikin. Em di wê bîrê da ne ku pêwîst e bi şiklekî tundî têkoşîn li dijî terorê bê kirin"
Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn, êrîşa terorê ya li Enqereyê şermezar kir.
Berdevkê Çapemeniyê yê Krêmlînê Dmîtrî Pêskow der barê êrîşê da got, "Vladimîr Pûtîn bi tundî êrîşa li Enqereyê şermezar kir. Serokê Rûsyayê digel gelê Tirkiyeyê di şînê da ye."
- "Azerbaycan hevxemê Tirkiyeyê ye"
Serokomarê Azerbaycanê Îlham Aliyev li ser malpera fermî ya Serokomariyê ji bo wan kesên ku di êrîşa terorê ya li Enqereyê mirin, peyameke sersaxiyê weşand û hevxemiya xwe ji gelê Tirkiyeyê ra anî ziman û teror lanet kir. Aliyev di peyamê da wiha jî got, "Em di wê bîrê da ne ku pêwîst e bi şiklekî tundî têkoşîn li dijî terorê bê kirin."
- Îspanya bi tundî êrîş şermezar kir
Wezareta Karên Derva ya Îspanyayê der barê teqîna li Enqereyê daxuyand, "Îspanya bi tundî wê êrîşa terorê ya li Enqereyê ya ku bû sedema mirin û birîndarbûna gelek kesan, lanet dike."
- "Em piştevanê Tirkiyeyê ne"
Wezîrê Karên Derva yê Arnavûtlûkê Ditmir Bushati, di daxuyaniya der barê êrîşa Enqereyê anî ziman ku piştevanê Tirkiyeyê ne.
Bushatî li ser hesabê tora civakî wiha got, "Terorê dîsan li Enqereyê da. Em bi bîr û duayên xwe digel qurbanî û malbatên wan in. Em digel Tirkiyeyê di nav hevkariyê da ne."
Alîkarê Serokwezîrê Kosovayê û Wezîrê Karên Derva Haşim Thaçî jî li ser hesabê tora civakî bertek nîşanî terorê da.
Thaçî wiha got, "Êrîşeke din ya terorê li Enqereyê, dîsan li dewlet û gelê wê yî dost da. Êrîşên ku vê êvarê li Tirkiyeyê û li Sahilên Acê hatin lidarxistin, dîsan destnîşan kir ku teror li dijî hemî cîhanê tehdîd e. Kosova piştevanê hevpeymanên xwe ye."
- "Hikûmeta Brîtanyayê piştevanê Tirkiyeyê ye"
Serokwezîrê Brîtanyayê David Cameron li ser hesabê xwe yê Twitterê wiha nivîsî: "Ji ber êrîşên terorê yên li Tirkiyeyê û li Sahilên Acê ez behetîm. Bîr û fikrên min digel kesên ku bandor bûne ye."
- Letonyayê êrîşa Enqereyê lanet kir
Wezîrê Karên Derva yê Letonyayê Edgars Rinkevics derbarê êrîşa terorê ya li Enqereyê daxuyand, "Me careke din xebereke nexweş ji Tirkiyeyê sitend. Ez wê terora ku li Tirkiyeyê qewimî bi tundî lanet dikim. Serê gelê Tirk sax be. Hêviya şîfayê ji birîndaran ra dixwazim."
- "Em hevxemê gelê Tirk yên dost in"
Serokwezîrê Gurcistanê Giorgî Kvirikaşvili der barê êrîşa Enqereyê da got, "Hevxemê gelê Tirk yê dost im. Ez dixwazim hûn bizanin di van rojên xembar da gelê gurcî piştevanê we ye."