2016 ж. 14 наурыз•Rojanekirin: 2016 ж. 16 наурыз
ANKARA
Ji ber ku duh li Enqerê êrîşa terorê hat kirin, tê da 37 kes mirin û 71 kes jî birîndar bûn, ji dinyayê bertekên dijî êrîşa terorê didomin.
Sekreterê Giştî yê NYê Ban Kî-mun êrîşa terorê ya li Enqerê şermezar kir. Li gor daxuyaniya ku ji Berdevkiya Sekreteriya Giştî ya NYê hat dayîn, Ban sersaxî da xizmê kesên ku di êrîşê da mirin.
Ban êrîş şermezar kir û got ku NY wê di van rojên dijwar da piştgirî û piştevaniya gelê tirk û hikûmetê bidomîne.
Wezareta Karên Derva ya Amerîkayê jî êrîş şermezar kir. Berdevkê Wezaretê John Kîrby got ku êrîşa li Kizilayê bi tundî hat şermezarkirin. Kîrby sersaxî da malbata kesên ku di êrîşê da mirin û ji birîndaran ra şifa xwest. Kîrby wiha got: "Di têkoşîna tehdîta terorê ya hevpar da Tirkiye mitefîqê me yê NATOyê ye û em şirîkatiya xwe ya bihêz teyît dikin."
- Arjantîn
Wezareta Karên Derva ya Arjantînê daxuyaniya nivîskî da û êrîş şermezar kir û got ku Arjantîn ligel hikûmet û gelê tirk e.
- Bertekên Asyayê
Wezareta Karên Derva ya Pakistanê daxuyaniya nivîskî da û got ku Pakistan vê êrîşa terorê bi tundî şermezar dike û bi Tirkiyê ra ye.
Serokwezîrê Pakistanê Navaz Şerîf jî peyamek weşand û êrîş şermezar kir.
Serokê Dewleta Kazakistanê Nursultan Nazarbayev ji bo kesên ku di êrîşê da mirin ji Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ra peyama sersaxiyê şand.
Serokwezîrê Hindistanê Narendra Modî jî li ser hesabê xwe yê Twîtterê peyama sersaxiyê weşand û êrîşa terorê şermezar kir.
Îranê jî êrîş şermezar kir. Wezareta Karên Derva ya Îranê li ser malpera xwe ya fermî daxuyanî da êrîşa li Enqerê şermezar kir û sersaxî da gelê tirk û dewletê.
- Ji Ermenistanê sersaxî
Berdevkê Wezîrê Karên Derve yê Ermenistanê Tîgran Balayan li ser hesabê xwe yê Twîtterê sersaxî da malbatên ku eqrebayên wan di êrîşa terorê de mirine.
Balayan wiha got: "Ji ber teqîna Enqereyê em xemgîn in. Em sersaxiyê didin malbatên ku eqrebayên wan mirine."
- Ji Rojhilata Dûr bertek
Endonezya û Sîngapurê jî êrîşa li Enqereyê şermezar kirin û peyama sersaxiyê dan.
Wezareta Karên Derve yê Endonezyayê li ser malpera xwe ya înternetê peyamek wiha weşand: "Em êrîşa ku bi wesayîteke bibombe ve li Enqereya patyextê Tirkiyeyê ya ku dostê me ye hatiye kirin, şermezar dikin û ji bo malbatên qurbanan dibêjin Xwedê sebrê bide wan."
Wezareta Karên Derve yê Sîngapurê jî di daxuyaniya xwe ya nivîskî de wiha got: "Em êrîşa bibombe ya li Enqereyê bitundî şermezar dikin. Wek Sîngapur em sersaxiyê didin malbatên ku eqrebayên wan mirine û ji bo birîndaran jî dibêjin Xwedê şifayê bide."
- Ji Rojhilata Navîn û Afrîkaya Bakur bertek
Wezareta Karên Derve yê Katarê jî êrîş şermezar kir û got ku di van êrîşan de ew li cem gelê tirk in. Wezaretê sersaxî da malbata miriya û ji bo birîndaran jî şifa xêrê xwest.
Mîrê Quweytê Şêx Sabah el-Ehmed el-Cabir es-Sabah jî ji Serokomar Recep Tayyîp Erdogan re peyama sersaxiyê şand û êrîşa Enqereyê şermezar kir.
Wezîrê Dewleta Urdunê Mihemed el-Mumunî yê ku ji Ragihandin û Enformasyonê berpirsyar e jî got ku di têkoşîna li hember terorê de ew li cem Tirkiyeyê ne û ji bo miriyan sersaxî da û ji bo birîndaran jî şifa xêrê xwest.
Hamasê jî daxuyaniyek nivîskî weşand û got ku ew li cem Tirkiyeyê ne.