TESK, Yekitiya Borse û Odeyên Tirkiyeyê (TOBB), Konfederasyona Sendîkayên Karkeran ên Tirkiyeyê (TÎSK), Hak-Îş, Memur-Sen, Kamu-Sena Tirkiyeyê, Yekîtiya Odeyên Ziraetê ya Tirkiyeyê (TZOB), Komeleya Karsaz û Pîşesazên Serbixwe (MUSÎAD), Meclisa Îxracatkarên Tirkiyeyê, Serok û nûnerên Turk-Îşê ji bo bûyerên li Herêma Sîncana Uygur a Xweser a Çînê daxuyaniyeke hevpar dan.
Serokê Konfederasyona Pîşekar û Esnafên Tirkiyeyê Bendevî Palandoken li ser navê saziyan daxuyaniya çapemeniyê xwend.
Palandoken daxuyand ku li Herêma Sîncana Uygur a Xweser a Çînê 20 milyonan zêdetir tirkên uygur ên misilman dijîn. Lê dînê wan tê qedexekirin, zor û zextî li ser wan tê kirin.
Palandoken bibîranî ku bûyeran di serê remezanê de dest pê kiriye û hîn jî dewam dikin. Palandoken got ku li gor agahiyên fermî yên Çînê bi dehan, li gor agahiyên saziyên mafên mirovan jî, bi hezaran tirkên uygur mirine.
Palandoken got ku ew girîngiyê didin pêwendiyên Çîn û Tirkiyeyê û wiha axivî: "Lê ji ber bê edaletiyê û tiştên li dijî mafên mirovan em nikarin bê deng bimînin. Li Herêma Sîncana Uygur a Xweser Zordariya ku li ser dîn û wicdan tên kirin, êdî bûye zilmeke mezin. Mudaxaleyên hişk û dardekirin her diçe zêde dibin."
Palandoken bal kişande li ser binpêkirina mafên gerê, nûçe û agahî hildanê jî û diyar kir ku gelên ku li herêmê dijîn nikarin wan mafên xwe bi kar bînin.