Êzdiyan ji ber êrîşên DÎŞIyê pêşî malên xwe terikandin û xwe sipartin çiyayê Şengalê, pişt re jî ji ser Sûriyeyê re xwe gihandin Zaxoya bajarê Herêma Kurdistana iraqê. Hin Êzdî ji ber ku pasaportên wan tunin nekarîn ji Xabûra Deriyê Sînor bikevin Tirkiyeyê û ji çiyayan bi awayekî qaçaxî tên Tirkiyeyê.
Piraniya êzdiyan ji sînora nêzî Yemîşlî, Yekmal û Andaça gundên Ûlûdereyê tên Tirkiyeyê. Di hêmbêza hin êzdiyan de pitikên wan hene, li ser pişta hin ji wan jî nexweş an kal û pîrên wan hene. Ev dîmenên êzdiyan agir berdidin dilê mirovan.
Nûçegihanê AAyê dîmenên 600 êzdiyên ku piraniya wan jin û zarok in, ji axa Iraqê pê ve kişand. Êzdî piştî rêwîtiyeke dijwar a ku li Zaxoyê dest pê kir û bi qasî 6 saetan berdewam kir, gihan zozana Şîlîtê ya ku li sînorê Iraqê ye.
Êzdî ji ber rêwitiya ku ev çend roj in berdewam dike, gelek zehmetî kişandin û ji ber rêveçûnê bêhal ketin. Hat dîtin ku êzdiyên bêhal giyayên ku li hawirdor berhev kirin û avên li ser rêya xwe vexwarin ku tîbûn û birçîbûna wan xilas bibe.
- Xawrin îkramê wan kirin
Gundiyên Ortasuyê dema dîtin ku êzdî hatin zozanê bi traktor û pîkapên xwe ji sînorê derbas bûn û komê anîn gund.
Gundiyan êzdî li polên Dibistana Ortasûyê bi cî kirin û her wiha ji bo wan di baxçeya dibistanê de kon vekirin. Gundiyan xwarin û av îkramê mêvanên xwe kirin. Derman dan kesên nexweş jî.
- "Ev 17 roj in ku em di rê de ne"
Îrxan Hirto (60) diyar kir ku ji ber êrîşên DÎŞIyê gelek êş kişandin û wiha axivî: "Me gelek êş kişandin. Me dît ku zarok ji bêaviyê mirin. Her kesê li gundê Koço kuştin. Em ev 17 roj in di rê de ne. Ev çend roj in em dimeşin."
Nîzam Heyder jî got ji bo ku em xwe ji êrîşên DÎŞIyê xilas bikin em pêşî reviyan çiyayê Şengalê pişt re derbasî bakûrê Sûriyeyê bûn û em ji wir gihan Zaxoya bajarê Herêma Kurdistana Iraqê. Heyder destnîşan kir ku andamên DÎŞIyê pismamên wan revandin û tu kesî arîkariya wan nekir.
Hat ragihandin piştî ku muameleyên wan yên fermî hatin kirin dê êzdiyan sewqî Midûriya Şûbeya Biyaniyan a Midûriya Ewlehiyê ya Şirnexê bikin û pişt re jî dê wan bişînin konbajara li Mîdyatê.