2017 ж. 19 сәуір•Rojanekirin: 2017 ж. 19 сәуір
ANKARA
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan got, "Aniha helwestên Trump me kêfxweş dike. Ez hêvî dikim ku ev herdu dualî wê bi hevra rûnên, biaxivin û nexşerêyekê daynin. Em Tirkiye û Amerîka wekî du welatên hevkarên stratejîk, wekî du welatên girîng ên di nava NATOyê da dikarin di gelek tiştî da bi ser bikevin û em dikarin gelek tiştî hel bikin."
Serokomar Erdogan ji CNN Internationalê ra xeberda. Ji bo pirsa, "Serokê DYAyê Donald Trump ji bo pîrozbahiyê li we geriya, hûn dikarin der heqê gotinên wî da agahiyê bidin?" Serokomar Erdogan ev bersiv da:
"Beriya her tiştî ev pîrozbahiyek bû û herwiha di heyameke ku Cejna Paskalyayê pîroz dikirin da li min geriyan, vê yekê ez kêfxweştir kirim. Ji ber encaman pîrozbahiya xwe pêşkêş kir, di heman demê da him di warê bihêzbûn û berdewamkirina peywendiyên me da, him di warê Sûriyeyê da wî jî û min jî me derfet dît ku hizr û ramanên xwe îfade bikin. Min bi taybetî ev yek jê ra got: Beriya ku dereng nebe, êdî piştî hilbijartinê ji ser têlefonê bêtir em rûbirû bên cem hev û peywendiyên Tirkiye-Amerîkayê xurtir bikin û bibin pêş, me li ser vê xalê li hev kir. Ez wisa zen dikim ku emê di kurtedemekê da vê hevdîtinê pêk bînin."
Erdogan diyar kir ku Trump got ewê di vê mijarê da telîmata xwe bide û herwiha wî bi xwe jî telîmatên hewce dan protokola xwe.
Ji bo pirsa, "Gelo we digel Trump di mijara Sûriyeyê da lihevkirina hevkariyeke pêşketî kir û ev alîkariya muhtemel gelo gihîşt qonaxekê ku di têkoşîna li Reqayê da kurdên Sûriyeyê bên emilandin?" Erdogan wiha bersiv da, "Meriv nikare rêxistineke terorê ya mîna DEAŞê bi destê rêxistineke din a terorê ji holê bike. Trump çendek berê wezîrê xwe yê Karên Derva û Dîrektorê CIAyê şand Tirkiyeyê. Me ji wan ra jî got ku em, Amerîka û hêzên hevpeymanê bi rehetî dikarin têkoşîna dijî DEAŞê bibin serî."
Erdogan encamên referandumê jî nirxand û herwiha encama ku ji sindoqê derket şiband encama pêşbirkeke fitbolê û wiha xeberda, "Ez ji nava fitbolê têm. Û şexsê minê ku ji nava fitbolê tê, tiştekî wiha dizane: Heger hûn pêşbirkê 1-0 jî qezenc kin hûn 3 pûanî distînin, herger hûn 5-0 jî qezenc kin hûn 3 pûanî distînin, ya girîng qezenckirina pêşbirkê ye."