Li Çînê fosîla dînozorekî ya hat tespîtkirin ku ji 126 milyon sal beriya niha maye, hat dîtin.
Li gor nûçeya ajansa Şînhuayê cotyaran fosîlê li gundekî girêdayî bajarê Çaoyanga ku dikeve bakurê rojhilatê welêt, dîtin. Hat diyarkirin ku fosîl a dînozorên "Sauropod"ê ye, fosîl bi qasî 15 metroyan dirêj e û ji heyama Tebeşîrê maye.
Rayedaran dan zanîn ji bo ku fosîlê derxînin dê ekîbeke pispor ava bikin, xebatên kolanê dê nêz de dest pê bikin.
Hat diyarkirin ku bajarê Çaoyangê ji aliyê fosîlên dînozoran a 120 û 150 milyon salî ve dewlemend e. Fosîla nû ya ku li bajêr hat dîtin yek ji fosîlên ku heta niha herî saxlem maye ye.