Komara Gel a Çînê, li Hewlêra bajarê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) serkonsolosiya xwe vekir.
Bi minasebeta vebûna serkonsolosiyê, li Otêla Dîwanê merasim hat lidarxistin û Serokwezîrê HKIê Nêçîrvan Barzanî beşdarî merasimê bû û li vir axivî.
Barzanî got ku Çîn yek ji welatên Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî ye û di siyaseta navneteweyî de xwedî cihekî girîng e û bal kişand ser peywendiyên di navbera Çîn û HKIyê de got ku heta niha têkiliyên wan bi hev du re baş bûne.
Barzanî got ku dixwazin têkiliyên wan xurttir bibin û wiha dewam kir: "Çînê li Hewlêrê serkonsolosî vekir, ev wekî destpêka têkiliyên çandî, aborî û siyasî yên bi herêmê re ne."
Barzanî bal kişand ser şer û pevçûnên li Iraqê diqewimin jî û got ku DÎŞI li gelek eniyan têk çû û wiha berdewam kir: "Em sipasiyên xwe pêşkêşî hemû welatên ku alîkariya madî û manewî didin me dikin. Êrîşên ku ji hewayê ve hatin kirin, hêz da pêşmergeyan. Em hêvî dikin ku Çîn jî wekî welatên din alîkarî û piştgirî bide me."
Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Çînê Jang Mîn jî got ku bi saya vekirina serkonsolosiyê ya li Hewlêrê dê têkiliyên di navbera Hewlêr û Çînê de, xurttir bibin.
Alîkarê Serokwezîr Kûbat Talabanî, Endama Polîtburoyê ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) û xanima Celal Talabanî Hêro Îbrahîm Ehmed û nûnerên welayên biyanî digel erkdarên din beşdarî merasimê bûn.