Çand û huner

Tekyaya li Hewlêrê helbesta destnivîs ya 7 qirnî û berhemên ji Osmaniyan mane mihafeze dike

Bekir Aydoğan, Heman Hussein Yaseen, Emrah Akbulak  | 06.05.2025 - Rojanekırın : 06.05.2025
Tekyaya li Hewlêrê helbesta destnivîs ya 7 qirnî û berhemên ji Osmaniyan mane mihafeze dike

Arbil

 Di tekyaya li Şeqlawaya navçeya Hewlêra Iraqê da, helbesta qedera 7 qirnî ya şair Enweriyê ku di dewra Dewleta Selçûqiyan da jiyaye û her wiha berhemên dîrokî yên destxet ku pirtûkên li ser navê Ebdulezîzê Sultanê Osmanî hatine çapkirin jî di navê da hene, bi hesasiyeteke mezin tên parastin.

Li herêma Hîranê ya Şeqlawayê, tekyaya Hîranê bi raboriya xwe ya 400 salî va ji hêla dînî xwedan roleke giring e.

Ji ber êrîşên rejima Iraqê yên di salên 1961 û 1987an da zirar gihîşt gelek berhemên destxet yên di tekyayê da. Tê diyarkirin ku ji ber êrîşê, bi tenê rûpelekî pirtûka helbestên Enwerî yên di sala 1297an da hatine komkirin maye.

Di tekyayê da her wisa berhemên ji serdema Osmaniyan mane jî tên parastin. Dîsa li vir pirtûkên ku li ser navê Ebdulezîzê Sultanê Osmanî hatine çapkirin jî hene.

Hana Kakî Hîranê berpirsê tekyayê di daxuyaniya xwe ya da peyamnêrê AAyê da diyar kir ku herêma Hîranê di warê dîn, ilm û terîqetê da roleke sereke lîstiye û her wiha ew giringiyeke mezin didin berhemên destxet û ew van berheman di odeyeke taybet da mihafeze dikin.

Hîran bal kişand ku rejima Iraqê di 1961ê da Hîran kir armanc û wê hingê, roketek jî li tekyaya Hîranê ket û di encamê da gelek berhemên destxet û belge şewitîn û ji navê çûn.

Hîran destnîşan kir ku di tekyayê da helbestên bi zimanê Tirkî, Farisî û Erebî hene û her wiha berhemên destxet ên herî kevn ên Herêma Kurdistana Iraqê jî li vê tekyayê ne.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın