HEWLÊR
Fermandarê Eniya Mexmûr-Guwerê û birayê Serokê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Mesûd Barzanî, Sîrwan Barzanî got ku "Artêşa Iraqê bêyî piştgiriya leşkerên biyanî nikare DÎŞIya rêxistina terorê ji herêmê derxîne."
Barzanî li eniya Guwerê ya ku 45 kîlometro li başûrê rojavayê Hewlêrê ye bersiva pirsên nûçegihanê AAyê da. Barzanî diyar kir ku DÎŞIyê piştî têkçûna li dora Çiyayê Şengalê taktîka xwe guherand û wiha axivî: "Terorîstan piştî têkçûna li Şengalê ji sê aliyan bi tank û wesayîtên bi zirx êrîşî kozikên pêşmergeyan ên li Guwerê kirin. Lê belê ji ber ku me bersiva êrîşên wan dan, nekarîn ku bi ser bikevin. Di pêvçûna ku bi qasî nîv saetê berdewam kir de 25 terorîst hatin kuştin. Ji me jî 5 pêşmerge hatin kuştin."
Barzanî got ku DÎŞI der barê qûweta hêzên pêşmergeyan de ket nav xeletiyekî û axaftina xwe wiha berdewam kir:
"Milîtanên DÎŞIyê wisa fikirîbûn ku em dê bêyî ku êrîşên ji hewayê yên hêzên koalîsyonê nebin, em dê nekarin bersiv bidin. Lê belê digel ku taktîkên cuda bi kar anîn jî me hemû êrîşên wan şikandin û wesayîtên wan ên bi zirx şewitandin. Me di van êrîşan de jî nîşan da ku em bêyî piştgiriya hewayê ya balafirên şer jî dikarin li hember DÎŞIyê têkoşînê bidin."
Sîrwan Barzanî da zanîn ku gundên kurdan ji DÎŞIyê paş ve sitandin û ji bo ku "şerê kurd-ereban dernekeve" ji bo xilaskirina gundên ereban bi temkîn in.
Barzanî bal kişand pêşmergeyên ku berê li çiyayan şer dikirin êdî tecrûbaya şerkirina li deştê jî bi dest xistin û got ku tekane hewcedariya me çekên giran in.
Barzanî got ku hêza leşkerî û malî ya DÎŞIyê wek berê nîne û moralê milîtanan jî gelekî xira bûye.
Barzanî da zanîn ku ji sedî 97ê axa kurdan a di destê DÎŞIyê de hat xilaskirin û got ku li gor pêşmergeyan karê artêşa Iraqê zehmet e û wiha axivî: "Me karî ku em axa xwe ji DÎŞIyê paqij bikin. Lê belê karê hikûmeta navend dijwar e. Artêşa Iraqê bêyî piştgiriya leşkerên biyanî nikare ku DÎŞIya rêxistina terorê ji herêm derxîne. Li gor texmîna min ji herêmê paqijkirina DÎŞIyê dibe ku heta 5 salan berdewam bike."