Tûncelî ji bilî xweşikiya sirûşta xwe bi dîrok û çanda xwe jî tê zanîn. Tûncelî niha bi saya hizûrê li hêviya gerokên sirûşthez e.
Koma ji 130 kesî pêk tê û di nav de akademîsyên jî hene newala Rabatê ya ku dîroka wê bi qasî 3 hezar sal berê diçe ziyaret kir û li newalê lêkolîn kirin û geriyan.
Seroka Bêşa Hemşîretiyê ya Dibistana Bilind a Tenduristiyê ya Zanîngeha Tûnceliyê Doç. Dr. Gulnaz Karatayê wiha got: "Cografyaya Dêrsimê hê nehatiya keşfkirin. Herêma Dêrsimê herêmeka girtî ye û potansiyela wê ya turîzmê zêde ye."