HEWLÊR
Komara Gel a Çînê ragihand ku dê di nav du mehan de li Hewlêra Herêma Kurdistana Iraqê serkonsolosxaneyê veke.
Nûnerê Karên Derve yê Çînê Tan Banglîn di hevdîtina xwe ya bi Serokê Kurdistanê Barzanî re destnîşan kir ku dê di nav du mehan de li Hewlêra Herêma Kurdistana Iraqê serkonsolosxaneya xwe vekin. Banglîn dê wek Serkonsolosê Hewlêrê yê Çînê wefîze bike.
Li gor daxuyaniya ku di malpera fermî ya Kurdistanê de weşandin Banglîn wiha got: "Ev gav ji bo têkiliyên Kurdistan û Çînê destpêkek e. Pêşeroja vê herêmê ronî ye. Karên ku Kurdistan û Çîn bi hev re bikin zehf in."
Banglîn destnîşan kir ku hay ji geşedanên li Kurdistanê diqewimin hene û wiha got: "Çîn amade ye ku alîkariya penaberan bike. Çîn piştgiriyê dide gavên ku ji bo ewlehiya dinyayê tên avêtin. Teror ji bo hemû dewletan talûke ye."
Barzanî di wezîfeya Banglîn de serkeftin xwest û kêfxweşiya xwe ya ji bo vekirina serkonsolosxaneyê diyar kir.
Barzanî bal kişand ser talûkeya DÎŞIyê û wiha axivî: "DÎŞI bi çavekî mezin li xwe dinihêre, lê leşkerên me ew têk birin. Lê dîsa jî hê talûke heye. Divê bi temamî biqede. Çîn jî dikare di vê de rola xwe bi cî bîne."
Hevdîtina bi Nêçîrvan Barzanî re
Tan Banglîn di çarçoveya pêwendiyên xwe yên li Kurdistanê de bi Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re hat bal hev.
Banglîn di hevdîtinê de destnîşan kir ku vekirina serkonsolosxaneyê dê di navbera Çîn û Kurdistanê bibe pireyek û wiha xeberda: "Em ê fîrmayên xwe bişînin Kurdistanê."
Nêçîrvan Barzanî jî bal kişand ser hewldana Çînê ya girîng û wiha peyivî: "Di van şert û mercên dijwar de vê helwesta Çînê muhîm e. Em ê bi her awayî bibin alîkar."