Li Şaanşiya eyaleta Çînê, li kampuseke zanîngehekî goreke kevn a mezin hat dîtin.
Hat îdiakirin ku gora ku hat dîtin gora dapîra împaratorê Çînê yê ewil Çîn Şi Huangê ye.
Hat ragihandin ku gor li ser 173 hezar û 325 mêtroqereyî hatiye çêkirin. Dirêjahiya gorê 550 mêtro û berahiya wê jî 310 mêtro ye.
Ji gorê du erebeyên hespan yê ku ji hêla 6 hespan ve tên kişandin, zêr, zîv û dîzên bi nexş hat dîtin. Ev jî nîşan dide ku ev gor gora keseke payebilind e. Ji ber vê îdiayên ku dibêjin gor gora dapîra împarator Çîn Şi Huang e dibe ku rast be.
Ev gor gora mezin a duyem e ku li Çînê hat dîtin.
Herêma ku gora împarator Çîn Şi Huang lê ye, cihê herî mezin ê turîstîk e û gelek berhemên dîrokî li vê herêmê heye.