Îran wisa plan dike ji bo ku di bazara Asyayê de bi Erebîstan û berhênerên din ên neftê re bikaribe reqabetê bike, dê bihayê neftê bişkêne.
Li gorî nûçeya ajansa fermî ya Îranê IRNAyê, Dîrektorê Têkiliyên Navneteweyî yê Şîrketa Nefta Netewî ya Îranê Seyîd Mûhsîn Kemserî got ku Îran plan dike ji bo ku para xwe ya ji bazarên navneteweyî zêdetir bike dê bihayê nefta xam a ku îxrac dike, bişkêne.
Kemserî diyar kir Îranê jî wekî Erebîstana Siûdî dê bihayê nefta xam a ku îxracê bazara Asyayê dike, daxîne û wiha domad: "Wekî encam divê em jî bikaribin reqabetê bikin. Ji ber vê çendê Îranê jî bihayê neftê bişkêne."
Kemserî bal kişand û got ji aliyê reqabeta bazara neftê ya li Asyayê rewşeke asayî ye ku Erebîstana Siûdî bihayê neftê şikand û wiha pê de çû: "DYA, welatên Amerîkaya Başûr û Rûsya di bazara Asyayê de cih digrin. Ji ber vê sedemê di vê bazarê de reqabeteke mezin heye û gelekî bimantiq e ji bo ku para xwe ya di bazarê de biparêze Erebîstana Siûdî bihayê neftê şikand. Erebîstana Siûdî li gorî mercên bazarê tevdigere. Heke li şûna vî welatî Îran jî bibûya dê heman daxistin bikira."
Erebîstana Siûdî di sala 2014an de herî zêde neft îxracê Çîn, Hîndistan, Japonya û Koreya Başûr kir û ev welat jî li herêma Asyayê xwediyê mezintirîn aboriyê ne. Îran, Iraq û Quweyt jî hewl didin ku di vê bazarê de para xwe zêdetir bikin.