RIYAD
Hat ragihandin ku li Katîfa bajarê Erebistana Siûdî êrîşa xwekujiyê birin ser mizgefteke şiiyan, li gor agahiyên ewil di êrîşê da 6 kes mirin.
Li gor xebera El-Erebiyeya televizyona Erebistana Siûdî, li Kadîha navçeya Katîfê êrîşa xwekujiyê birin ser mizgefteke şiiyan. Li gor agahiyên ewil di êrîşê da 6 kes mirin.
Mensur et-Turkiyê Berdevkê Wezareta Karên Navxweyî diyar kir ku ew ê der barê êrîşê da daxuyaniyeke berfireh bidin û hûrgiliyên bûyerê parve bikin.
Hetanî vê gavê tu kesî berpirsiyariya êrîşê hilneda ser xwe.