AMMAN
Hat ragihandin ku Qralê Urdunê Evdila Huseyin Serokê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Barzanî qebûl kir.
Li gor xebera Petraya ajansa nûçeyan a fermî ya Urdunê, Qral Evdila bi Barzaniyê ku ji bo Foruma Aboriyê ya Dinyayê ya ku ew ê sibê dest pê bike hatibû welêt ra li Qesra Qraliyetê hat bal hev.
Barzanî û Evdila Huseyin li ser têkiliyên di navbera herdu welatan da û têkoşîna li dijî terorê axivîn.
Qral Evdila got daxwaza wî ew e ku li Iraqê hemû alî têkevin lihevkirina neteweyî û îstiqrar bê welêt, di têkoşîna li dijî terorê da jî her tim piştgirya xwe ya ji Iraqê ra ew ê bidomîne.
Mesûd Barzanî jî temeneyên xwe yên ji bo pêşketina têkiliyên navbera herdu welatan anî ziman.