BEXDA
Hat ragihandin di operasyonên ku li bajarên cuda ên Iraqê hatin kirin da 86 milîtanên DAEŞê hatin kuştin, 19 kes jî birîndar bûn.
Li gor daxuyaniya nivîskî ya Wezareta Parastina Iraqê, koalîsyona navneteweyî ya di serkêşiya Iraqê da li Beyciya navçeya Selahedînê, li Ramadiyê, li Havîceya navçeya Kerkûkê û Telafer û Şerafedîna Mûsilê êrîşên hewayî kir û di operasyonan da 31 milîtanên DAEŞê hatin kuştin.
Hat destnîşankirin ku li Kermeya navçeya Enbarê hêzên ewlehiyê berpirsiyarê leşkerî yê DAEŞê Ebû Evdila eş-Şamî kuştin.
Wek mayîn li herêma Huseybiyeya Enbarê hêzên ewlehiyê di operasyonê da 24 milîtan kuştin, 19 kes jî birîndar bûn. Hat destnîşankirin li Kermeyê jî 23 milîtan hatin kuştin.
Li herêmên cur bi cur ên welêt jî di operasyonan da 7 mensûbên DAEŞê hatin kuştin.