Di 100 rojên ewil ên heyema Qralê Erebistana Siûdî Selman bîn Abdulazî de, 2 bûyerên mezin ku wek "Bahoza Biryardariyê" û "Bahoza Şafakê" tên binavkirin, qewimîn.
Qralê Erebistana Siûdî yê nû Selman, di 23yê rêbendanê de bû qral. Lêbelê Qral Selman ji roja ewil vir ve bi gelek pirsgirêkan re rûbirû bû. Mirov dikare sedema kaosê bi çend xalan nîşan bide. Li gor vê pirsgirêka herî mezin a derveyî welêt ev e: Tevgera Hûsî Ensarullah li Yemenê derbe kir û rêvebirî bi dest xist. Li Sûriyeyê jî şerê rêvebiriya Beşşar Esed didome.
Herwiha li Iraq û Sûriyeyê jî DAEŞ pêşve çû. Li van herêman aliyê Şiî îdia dike ku DAEŞ dijî wan polîtîkaya "çewisandin" û "cudaxistinê" birêve dibe. Ev pirsgirêk ji hin pirsgirêkên ku Qralê 79 salî bi wan re rûbirû man in.
- Di meqamên paye bilind ên dewletê de guherîn
Duh roja 100emîn a Qral Selman bû. Qral Selman di nav 100 rojên ewil ên ser wezîfeyê de 65 biryar hildan. Qral Selman Prens Muhammed bîn Naîf (56) kir ser karê Wezareta Karên Navxeyî, lawê xwe Mîrza Muhammed bîn Selman (30) jî tayinê wezareta parastinê kir.
Di serdema Qral Selman de ji nifşa sêyemîn a malbatê cara ewil hin kesan, di rêvebiryê de cih girtin.