HELEB
Hat ragihandin ku firokeyên artêşa Sûriyeyê bi bombeya warêlê êrîşî Anadana navçeya Helebê ya ku di destê mixalifan da ye kirin, li gor agahiyên ewil di êrîşê da 10 kes mirin 20 kes jî birîndar ketin.
Ebdo Ebdilhemîdê ji doxtorên nexweşxaneya sehrayê ya li Anadanê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku firokeyên artêşa Sûriyeyê bi bombeya warêlê êrîşî Anadana navçeya Helebê kirin, di êrîşê da gelekên wan zar û jin 10 kes mirin 20 kes jî birîndar ketin.
Enes Mehmûd Leylayê çalakvanê ji Anadanê destnîşan kir ku ekîbên parastina sivîlan dixebitin ku mirî û birîndarên ku di bin xirabeyan da mane derxin.
Leyla diyar kir ku li dewsa êrîşê zirareke mezin çêbû û hêzên rêjimê paşê dîsa êrîşî herêmeke nêzîkî Anadanê jî kirin.