ÎSTANBUL (AA) - Endamên Federasyona Komaleyên Çerkezan, li deriyê Serkonsolosxaneya Stenbolê ya Rûsyayê bi çelengeke reş sirgûna çerkezan protesto kirin.
Komeke çerkezan ji aliyê dewleta Rûsyaya Çarlixê ve di 21ê gulana sala 1864an de ji Qefqasyaya Bakur hatibûn sirgûnkirin û di rê de gelek ji wan miribûn.
Endamên federasyonê ji bo bibîranîna wan çerkezan li Meydana Galatasarayê ya Beyoglûyê kom bûn.
Komê alaya Çerkezan yeka mezin vekir û meşiyan û di rê de jî dirûşmeyên "Hesabê komkujiyê dê bê pirskirin", "Çerkezya nabe axa Rûsyayê" û "Komkujî sûcekî mirovahiyê ye" berz kirin.
Serokê Federasyonên Komeleyên Çerkezan Nusret Baş daxuyand ku miletê çerkez ji bo nasname, çand û zimanê xwe ligel Rûsyayê Çarlixê şer kiriye û got ku ji ber vê jî dewleta Rûsyayê wê demê li ser çerkezan komkujî kiriye û ew şandine sirgûnê.
Komê piştî bernameyê, çelengeka reş danî pêşiya deriyê Serkonsolosxaneya Stenbolê ya Rûsyayê.