Hat ragihandin Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Nêçîrvan Barzanî ligel şandeya bi pê re ji bo ku bi Serokwezîrê Iraqê Haydar el-Îbadî re bicive çû Bexdayê. Hat destnîşankirin Barzanî bi firokeyeke taybet ve ji Firokegeha Navneteweyî ya Hewlêrê bi firê ket û dê bernîvroyê ligel Îbadî bicive.
Berdevkê Ofîsa Serokwezîrtiya Iraqê Saad Hedîsî di daxuyaniya xwe de wiha got: "Hevdîtina ku dê di navbera şandeya Herêma Kurdistanê û hikûmeta Iraqê de pêk were sê xalên bingehîn hene. Pêşiyê dê li ser ewlekariya herêmên binîqaş bê sekinandin. Li ser mijarê Haydar el-Îbadî û Mesûd Barzanî di hevdîtina xwe ya li Almanyayê de li ser peymanekê bi hev kiribûn. Mijareke din jî, bicihanîna xalên peymana Hewlêr û Bexdayê ye. Wekî sêyemîn jî dê li ser mijara butçe û mûçeyan bisekinin."
Li gorî peymana Hewlêr û Bexdayê ya ku di 2yê Çileya Pêşîn a 2014an de hatibû îmzekirin, HKI nefta Kerkûkê jî di navê de dê rojê 550 warîl neft bişîne Lîmana Ceyhanê ya Tirkiyeyê. Hikûmeta Iraqê jî dê para HKIyê ya budçeyê bide. Budçeya 2015an a Iraqê hefteyek berê di parlementoyê de hat qebûlkirin, lêbelê rêverberiya Bexdayê hê jî para Herêma Kurdistanê neşandiye.