Parlementerê kurd Adîl Nûrî, yê ku di Parlementoya Iraqê de ye ragihand ku Rêwebiriya Bexdayê wê di demeke nêz da para Kurdistanê ya ji budçeyê bişîne. Li ber wan wek mayîn rê nemaye. Bexda êdî nikare pere neşîne.
Nûrî daxuyanî da nûçegihanê AAyê û destnîşan kir ku di şerê dijî DÎŞIyê de pêwistiya Bexdayê bi kurdan heye û wiha dewam kir: "Artêşa Iraqê nikare li dijî DÎŞIyê şer bike û pêşve here. Wek mayîn pêwistiya hikûmeta navendî ji bo rizgarkirina Mûsilê û herêmên din bi kurdan heye. Heger kurd ji hikûmeta Iraqê vekişin û piştgiriyê nedin Serokwezîr Heyder el-Îbadî, Iraq wê bikeve nav qeyraneke mezin."
Nûrî îdia kir ku di sala 2003yan da DYAyê kurdan qane kir ku Hewlêr bi Bexdayê re tevbigere û got ku heger kurd nebin wê Iraq xera bibe.
Nûrî destnîşan kir ku daxuyaniya hikûmeta Iraqê ya ku dibêjin "pere tuneye" rast nîne û wiha got: "Digel êrîşên DÎŞIyê û daketina buhayê neftê di bankeyên Bexdayê de pere heye. Kêmasiya pere tuneye. Bexda wê ji mecbûrî para kurdan a ji budçeyê bişîne."