Hat ragihandin ku li Bexdaya paytextê Iraqê êrîşa xwekujiyê birin ser cihê kontrolê ya leşkeriyê, di êrîşê da 9 kes hatin kuştin û 14 kes jî birîndar ketin.
Li gor agahiyên ku ji çavkaniyên ewlekariyê hatin sitendin, li Bakurê Bexdayê bi erebeyeke bombebarkirî êrîşî cihê kontrolê ya leşkeriyê kirin. Di bûyerê da 9 kes mirin û 14 kes jî birîndar ketin. Çavkaniyên ewlekariyê destnîşan kirin ku rewşa hin birîndaran gelekî giran e û ditirsin ku hejmara miriyan zêde be.
Hê tu kesî berpirsiyariya êrîşê hilneda ser histûyê xwe.
Li Iraqê komên çekdar ên di pêşîkêşiya DÎŞIyê da di meha hezîrana 2014an da kontrola Mûsil û hin bajarên din ên Iraqê hildabû destê xwe. Li ser vê yekê li gelek cihên welêt di navbera DÎŞIyê û hêzên ewlekariyê da pevçûn derdikevin. Li Bexdaya paytext jî dem bi dem êrîşên bibombe tên kirin.