ANKARA
Hat ragihandin ku li Somaliyê êrîşî otêleke ku welatiyên Tirkiyeyê tê da dimînin kirin, di êrîşê da tiştek bi tu kesî nehat.
Li gor agahiyên ku ji çavkaniyên dîplomatîk hatin sitendin, di cihê kontrolê ya otêla ku welatiyên Tirkiyeyê tê da dimînin teqînek çêbû.
Çavkaniyan destnîşan kir ku dibe ji welatiyên Somaliyê mirî hebin û piştî êrîşê meqamên Somaliyê tevdîrên ewlehiyê zêde kirin.