HEWLÊR
Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Nêçîrvan Barzanî got ku nîvekî zarokên ku di kampan de dimînin zarok in.
Barzanî û Dîrektorê Giştî yê Fona Alîkariya Zarokan ya Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) Anthony Lake re hat bal hev. Hûrguliyê hevdîtinê li ser malpera hikûmeta kurdistanê hat weşandin.
Li gor daxuyaniyê Nêçîrvan Barzanî wiha axivî: "Ji sedî 50yê penaberên ku li herêma Kurdistanê di kampan de dimînin zarok in. Ji ber ku zarok wek penaber ji mala xwe dûr dijîn, ev yek derûniya zarokan xerab dike. Hikûmeta Kurdistanê çi ji dest hat, kir. Lêbelê di qada perwerdeyê de pirsgirêkên cidî hene, divê ez vê bibêjim."
Barzanî ji ber ku hikûmeta Iraqê têra xwe alîkarî neda penaberan, hikûmet rexne kir û wiha pê de çû:
"Her çend mesrefa û mehaniya 700 mamosteyên ku di kampandan de perwerdeyê didin zarokên penaber, aîdê hikûmeta Iraqê ye jî, hikûmeta Iraqê vê mesrefê nade. Hikûmeta Iraqê di serî de, divê saziyên navneteweyî û welatên dost, bi awayekî cidî li ser vê meseleyê bisekinin. Divê ji vî alî ve piştgiriyê bidin hikûmeta Kurdistanê. Her wiha ji ber şert û mercên xerab ên jiyanê û rewşa şer dibe ku zêdetir penaber werin herêma Kurdistanê."
Dîrektorê Giştî yê UNICEFê Anthony Lake jî ji bo ku rewşa zarokên penaber di cî de bibîne, got ku ew hatin Iraq û herêma Kurdistanê. Lake got ku ji bo zarokên penaber ên li Iraqê ên ku rewşa wan xerab e, wan hin amadehî kirin û ji bo ku ew xwe zêdetir bigihînin zarokên ku di şer de mexdûr bûne, pêdiviya alikariya hêzên navneteweyî heye.